'Divê hemû ciwanên cîhanê tevlî berxwedana me bibin'

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, li Kampa Veger daxuyaniyek da û bangî ciwanan kir ku tevlî berxwedanê bibin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, derbarê êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê û derbarê gefên li ser Til Rifetê li Kampa Veger a Şêrawayê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tiliya dewleta Tirk di krîza Sûriyeyê de heye û hate gotin ku “Wekî ku tê zanîn bajarên Bakurê Sûriyeyê û Rojava ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin û bi ser de gefên dewleta Tirk hê jî didome. Ev tişt jî bi piştgiriya dewleta Rûsyayê tê meşandin. Em ciwanên Efrîn û Şehbayê van êrîş û gefan bi tundî şermezar dikin. Em soza şopandina şehîdan dubare dikin û bang li hemû ciwanên cîhanê dikin ku bila tevî berxwedana me bibe.”