Li Efrînê çalakiya sabotajê: 3 çete hatin kuştin

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê, ragihand ku li navçeya Mabata ya Efrînê di çalakiyeke li dijî nûqteyeke a girêdayî artêşa Tirk û çeteyên wê pêk hatî de, 3 çete hatine kuştin û 2 çete jî birîndar bûne.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê, li ser çalakiyen li dijî arêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:"Di çarçoveya rakirina tola hêzên me û ji baweriya ku em tolê ji her kesî ku destê wan di xwîna gelê me de heye, em çalakiyên xwe li tevahî Bakurê Sûriyê zêde dikin heta ku em xaka xwe ji komên terorîst û artêşa Tirk a dagirker rizgar bikin.

Di vê çarçoveyê de; komeke şervanên me mayînek li ser yek ji bendên kontrolê yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabata ya girêdayî Efrînê di 16`ê Nîsana 2019`an de teqand. Di encama wê de 3 çete hatin kuştin û 2 çete birîndar bûn.

Em ji gelê xwe yê berxwedêr re ku bi darê zorê ji xaka xwe derket, tekez dikin ku em ê çalakiyên xwe li ser xaka xwe ya ku ji aliyê diz û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve zêde bikin heta ku em wan ji xaka xwe derxin û vegera gelê me yê berxwdêr mîsoger bikin."