DAÎŞ li Babê jinûve tê birêxistinkirin

Dewleta Tirk, mîna li Tirkiyeyê li herêmên Efrîn û Şehbayê yên dagirkirî, kincên cuda li DAÎŞ'ê dike û vê rêxistina çete ji nû ve bi rêxistin dike. Navenda vê rêxistinbûnê jî Bab e.

Dewleta Tirk, mîna salên 2016-2017'an çeteyên DAÎŞ'ê yên reviyan Tirkiyeyê û herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê, bi navê 'OSO' birêxistin dike.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest; Bajarê Babê bûye navenda jinûve komkirin, birêxistinkirin, biçekkirin û bicihkirina çeteyan a li herêmê. Çeteyên DAÎŞ'ê di bin navên cuda de li Efrînê, Şehlayê û derdora Minbicê hatin bicihkirin. Beşek ji van çeteyên DAÎŞ'ê ji Îdlibê hatin veguhastin. Çeteyên DAÎŞ'ê li Efrîn, Bab, Ezaz, Cerablûs û deverên din ên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, hatin bicihkirin. Nasnameya hinek ji van çeteyên DAÎŞ'ê hate tespîtkirin. Çeteyên DAÎŞ'ê destpêkê li Babê tên komkirin û piştre li nava komên cuda yên çete tên belavkirin. Ji vî karî jî MÎT berpirsyar e. Ji ber ku Bab li navenda herêmên Minbic, Heleb û Efrînê ye, her wiha ji ber rewşa xwe ya kaotîk, hatiye tercîhkirin. DAÎŞ'iyên li Bab û Ezazê jinûve tên birêxistinkirin, ji bo teqîn û sûîqestên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê şaneyan diafirînin.

DERIYÊ SÎNOR Ê ELBEYLÎ

Çete ji deriyê sînor ê li bajarokê Raî yê Babê û deriyê sînor ê Elbeylî yê li pêşberî Raî tên derbaskirin. Deriyê sînor bi temamî ji aliyê MÎT'ê ve tê kontrolkirin.

ÇETEYA EL EMŞAD

Di bin navê "penaber" de du meh in endam û malbatên çeteyên DAÎŞ'ê û El Nûsra ji Îdlibê derbasî Efrînê tên kirin. Rûsyayê ev rewş pesend kiriye.

Çeteya El Emşad bi DAÎŞ'iyên ji Îdlibê derbasî Efrînê bûn re meha Adarê civînek pêk anî. Civîn li Şiyê pêk hat û çeteyên DAÎŞ'ê qebûl kirin ku li nava çeteya El Emşad bi cih bibin. Ji xwe El Emşad bi giranî ji DAÎŞ'iyên ji Dêra Zor, Şêxler û Şuyixê reviyane pêk tê.

DAÎŞ'î heta niha herî zêde li nava komên çete yên bi navê Sûltan Mûrat, Ehrar Şam, Ehrar El Şarqiye, Tûgayên Hamza, Tûgayên Sûltan Suleyman Şax hatin bicihkirin.

YÊN NEDIECIBAND JÎ BERDAN

MÎT'ê hin çeteyên DAÎŞ'ê yên tund ên neketin bin kontrola wan, li zindanên Bab û Ezazê digirt. Lê belê Adara 2019'an ev çete li Efrînê hatin bicihkirin. Piştre hin ji wan çend saetan, hinek jî di nava çend rojan de reviyan. Dewleta Tirk bi vê rêyê çeteyên din ên neketine bin kontrola wê mecbûr dihêle ku bi temamî hewcedarê wan be.

ÇETEYÊN DAÎŞ'Ê YÊN NASNAMEYÊN WAN HATIN TESPÎTKIRIN

Çend ji çeteyên DAÎŞ'ê yên nasnameyên wan hatine tespîtkirin:

Xalid Turkî Elhesen: 1989 ji dayik bû, ji gundê Elqoriya yê Dêra Zorê ye. Li Dêra Zorê tevlî DAÎŞ'ê bû. 2017'an derbasî Tirkiyeyê bû. Tevî yek ji çeteyên dewleta Tirk yê bi navê Îsud Elqaqa bû. Ev çete niha li Cindirêsê di nava OSO de ye.

Husam Resul Rehmawî: Ji gundê Tehtaniye yê Şuyixê ye. Ji Minbicê tevlî DAÎŞ'ê bû. Piştî ku Minbic rizgar bû berê xwe da Cerablûsê û tevlî Ahrar El Şam bû. Niha li Efrînê li nava Ahrar e.

Hemza Memdoh Elmetrûd: Ji gundê El Şair ê Hamayê ye. Piştî ku du salan li nava çeteyên DAÎŞ'ê ma tevlî 'Mertala Firatê' bû. Niha li Cindirê di nava OSO de ye.

Sehed El-Sehed: Ji Dêra Zorê ye. Yek ji emîrên çapemeniyê yên DAÎŞ'ê bû û li Dêra Zorê dîmenê propaganda yê DAÎŞ'ê amade dikir, diweşand. Piştî ku çend salan di nava DAÎŞ'ê de ma derbasî Tirkiyeyê bû, piştre tevlî hêzên ku herêma Şehbayê dagir kirine, bû. Tevlî dagirkirina Efrînê bû.

Ebud Elî Ubêd Eladî: Li Dêra Zorê endamê Polîsê Îslamî yê DAÎŞ'ê bû. Niha li Efrînê di nava çeteyên 'Mertala Firatê' de ye.

Tariq Ebdullah Eqreb: Bi navê Ebû Ebdullah tê naskirin. Ji gundê Loêbna yê Kobanê ye. Di nava DAÎŞ'ê de sîxur bû. Tevlî çeteyên dewleta Tirk bû. Niha li Efrînê di nava Tûgayên Hamza de fermandariyê dike.

Elî Yûsif Elselama: Ji gundê Elşiyux/Tehtaniye yê Kobanê ye. Tevlî êrîşa DAÎŞ'ê ya li ser Kobanê bû. Li Minbicê jî şer kir. Piştre tevlî çeteyên DAÎŞ'ê yên li Şehbayê bû. Ji çeteya Ehrar Elşuyix re fermandariyê dike ku tevlî dagirkirina Efrînê jî bû.

Mûsena Ayêd El Mixêndî: Ji navçeya Cûra ya Dêra Zorê ye. Tevlî gelek êrîşên DAÎŞ'ê bû. Piştre reviya herêmên dagirkirî yên li Şehbayê û li nava çeteyên dewleta Tirk hate bicihkirin. Niha li Efrînê ye.

Fadî Hesen Elhisên: Ji gundê Rehiye Elzahir ê Qamişloyê ye. Yek ji wan kesan e ku destpêkê tevlî DAÎŞ'ê bû. Li Hol û Til Hemisê cihê xwe di nava DAÎŞ'ê de girt.

Seyif Polat: Ji navçeya Bizea ya Babê ye. Beriya ku Bab ji aliyê DAÎŞ'ê ve bê dagirkirin li Qibesinê endamê OSO bû. Di nava DAÎŞ'ê de bi navê Ebû Bekir tê naskirin. Ew kirin Waliyê DAÎŞ'ê yê Babê. Niha jî di rêveberiya çeteya El Hamzat de ye ku dewleta Tirk gelekî jê bawer e.

Mihemed Ehmed Şibilî: Ji navçeya Qibesin a Babê ye. Di nava DAÎŞ'ê de bi firotina jinan tê naskirin. Piştî ku dewleta Tirk ew vexwend Babê, tevlî Hamzat bû û niha yek ji fermandarên wê ye.

Şewket Xoca Semawî: Ji gundê Şuyux ê Kobanê ye. 50 salî ye. Di nava DAÎŞ'ê de emîrtiya îstîxbaratê kir. Tevlî êrîşa li ser Kobanê bû. Niha li Cerablûsê yek ji fermandarên çeteyên dewleta Tirk a dagirker e.

Mehmud Heran: Ji Dêra Zorê ye. Di nava DAÎŞ'ê de bi navê Ebu Naci Elensari tê naskirin. Niha li Şehba ya ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin, di nava çeteyên dagirker de cihê xwe digire. Niha li Efrînê ye.

Îsa Elmihemed: Ji Girê Spî ye. Bi navê Ebu Hemed Şemaliya tê naskirin. Li Dêra Zorê tevlî DAÎŞ'ê bû û demeke dirêj li Reqayê ma. Piştî Reqayê derbasî Dêra Zorê bû û weke 'emîrê çandiniyê' hate wezîfedarkirin. Niha li Ezazê di nava çeteyên Tirk de ye.

Ebdulrezaq Elcerah: Ji gundê Heswiya Elkebîra yê Hesekê ye. Di nava DAÎŞ'ê de bi navê Ebu Besam dihate naskirin. Piştî ku weke endamekî DAÎŞ'ê ket gundên bakurê Helebê, tevlî çeteya Sûltan Mûrat a îstîxbarata Tirk bû. Li Ezazê ew kirin fermandarê çeteya Lîwa Elrafideynê.

Tariq Xalid Elzahir: Ji Cerablûsê ye. Dema ku çeteyên OSO yên li Şehbayê kirin DAÎŞ, bû endamekî DAÎŞ'ê. Dema ku dewleta Tirk 24'ê Tebaxa 2016'an de dest bi êrîşa dagirkirina Şehbayê kir, li Cerablûsê kincê xwe guhert û tevlî 'Mertala Firatê' bû.

Îsmail Fîras Elebar: Ji gundê Sibêxan ê Dêra Zorê ye. 53 salî ye. Ji emîrên DAÎŞ'ê ye. Piştî ku du salan li Dêra Zorê ma, weke endamekî DAÎŞ'ê çû gundên bakurê Helebê. Li wir tevlî 'Mertala Firatê' bû.

Basil Nayif El Şihab: Bi navê Ebu Zêd Eltai tê naskirin. Ji gundê Qurteba yê Til Hemîsê ye. Di salên destpêkê yên şerê Sûriyeyê de tevlî Cebhet El Nûsra, piştre jî tevlî DAÎŞ'ê bû. Piştî ku di şerê Minbicê de birîndar bû, DAÎŞ'ê ew bir nexweşxaneya li Mûsilê. Piştre derbasî Babê bû. Niha jî fermandarê Babê yê çeteya Sûltan Mûrat e.

Newaf El Xelûfî: Bi navê Ebu Mihim dihate naskirin. Ji gundê Um Kehif ê navçeya Til Hemîs a Qamişloyê ye. Dema ku DAÎŞ li Til Hemîsê nû derdiket holê, tevlî DAÎŞ'ê bû. Li herêmên Til Hemîs, Hol, Şeddadê şer kir. Piştî ku Şeddadê hate rizgarkirin, reviya Şehbayê. Dema ku dewleta Tirk Şehba dagir kir, kincê xwe guherî û bû endamê OSO.

Îsmaîl Mehelî Tirkmenî: Ji gundê Bozhoyuk e. Dema ku di nava DAÎŞ'ê de bû ji çavê xwe birîndar bû û çû Cerablûsê. Li wir tevlî çeteya Îsmaîl Ereb bû. Niha jî fermandarekî Sûltan Mûrat e.

Mihemed Elî Ceban: Ji herêma Meskene ye. Piştî ku Tebqa hate rizgarkirin, reviya herêmên dagirkirî yên Şehbayê. Ew jî êdî di nava çeteya Sûltan Mûrat de ye.

Mihemmed Birahîm El Xidir: Bi navê Stik tê naskirin. Ji herêma Îmal a Dêra Zorê ye. Piştî ku DAÎŞ'ê beşeke mezin a Dêra Zorê dagir kir, ji nava OSO derbasî nava DAÎŞ'ê bû. Niha jî li Babê yek ji çeteyên Tirk e.

Fadil Hemze El Hindawî: Ji navçeya Sirînê ya Kobanê ye. Ji Cind El Hêremînê reviya nava Ahrar û bû sîxur. Piştre derbasî nava DAÎŞ'ê bû, li Bendava Firatê bi Ebû Hemze El Ensarî re xebitî. Tevlî êrîşa DAÎŞ'ê ya li ser Kobanê bû. Piştî ku Kobanê hate rizgarkirin, derbasî Minbicê bû û ji wir jî reviya Cerablûsê. Niha jî yek ji sîxurên çeteyên dewleta Tirk e.

Ehmed Salih El Togan: Ji gundê Til El Leben ê Hesekê ye. Di nava DAÎŞ'ê de bi navê Ebu Esed dihate naskirin. Li Çiyayê Kizwanê ji teqemeniyên DAÎŞ'ê berpirsyar bû. Niha di nava çeteyên dewleta Tirk de ye.

Mihemed El Emîn Eswed: Bi navê Ebu Hemam El Şerabi tê naskirin. Ji gundê Belqis ê Til Hemîsê ye. Tevlî şerê Til Marûf û Cezaayê bû. Piştî ku Hol hate rizgarkirin, derbasî Cerablûsê bû. Di nava çeteyên dewleta Tirk de yên li Şehbayê sîxurtiyê dike.