Berxwedana Efrîniyan a li Şehbayê vegerê misoger dike 

Welatiyên Efrînê û malbatên Şehîdan ên ku niha li Şehbayê li ber xwe didin gotin, wê her tim li ser doza şehîdan bin û wê rojekê vegerin Efrînê.

Bi meşeke girseyî malbatên şehîdan û welatiyên Efrînê dengê xwe li dewletên navneteweyî bilind kirin û gotin, “An Efrîn, an Efrîn.

‘ME ŞEHÎD DAN EM Ê DÎSA BIDIN’

Dayîka şehîd Reşîd û endamê Saziya Malbata Şehîdan Sûriya Hebeş got, her çiqas Rûsiya wan dike qûrbanê berjewendiyên xwe jî, ew ê li ber xwe bidin û li dijî qanûnên wan derkevin. Bi hezaran şehîd di Berxwedaniya Serdemê de me dane û ji bo rizgarkirina Efrînê ew ê ê dîsa bidin.

‘EM RIZGARKIRINA EFRÎNÊ JI BÎR NAKIN’

Dayika du şehîdan dayika Emîne diyar kir di kdîrokê de her tim Kurd bi aştîxwaziyê û berxwedaniya têne naskirin, welatiyên Efrînê û şervanên wê bi lehengî li ber xwe dane. Emîne got, ''Em şopdarên rêya şehîdên xwe ne û tu carî rizgarkirina Efrînê em jibîr nakin. Weke hûn dibînin ji bo şikandina tecrîdê li ser Rêberê Gelê kurd Abdulah Ocalan heval ketine greva birçîbûnê û bedena xwe dane ber mirinê û kêlî kêlî ber bi şehîdbûnê ve diçin, lê mixabin ew dewletên ku bi navê mirovahiyê bang dikin heta niha bêdeng in û bêdengiya wan kuştina mirovahiyê bi xwe ye.”

‘EM Ê VEGERA LI EFRÎNÊ MÎSOGER BIKIN’

Bavê şehîd Saleh Mihemed Kênco got, '' Em bêdengiya Rûsiya şermezar dikin. Em ê li dijî dagirkirina Efrînê ku Rûsiya bi erzanî radestî Tirkiyeyê kir, li ber xwe bidin. Em ê bi vîn û berxwedaniya xwe vegera li Efrînê mîsoger bikin. Dewleta Tirk bi navê rizgarkirina Efrînê ji terorê milk û warên Efrîniyan dagir dike û rojane êşkence û welatiyan direvînin. Armanca wan a sereke qirkirina gelê Kurd û guhertina demografiya herêmê ye. Em dixwazin ji hemû cîhanê re bidin xuya kirin ku em xwedanê cih û warên xwe ne û em bi hêvî ne ku bi QSD’ê di demekê nêz de em ê vegerin Efrîna xwe.''

‘EFRÎN HER TIM LI BENDA ME YE’

Dayîka şehîd Baran Hawar Selwa Ehmed Şêxo jî wiha axivî:'' Wê bi vîna dayikên şehîdan Efrîn rizgar bibe. Delweta Tirk bi hovîtiya xwe û bi piştevaniya ji Rûsiya girt, em ji Efrînê koçber kirin. Ti mafê dewleta Tirkiyê li ser cih û warên me tineye. Divê bi lez em gavên xwe bi pêş ve bavêjin, ji ber ku qêrîn û nalîna Efrînê ber bi esîman ve diçe. Efrîn her tim li benda me ye. Hete ku tecrîd li ser Rêber Apo nayê şikandin em ê her tim li qadan û li ser piyan bin. Bangawaziya me ji xelkên ku di hundurê Efrînê de hene ku çewa niha em ji bo mafê xwe li qadan û li rêyan e divê ew jî her roj û kêlî li qadan û li ser piyan bin ji bo azadiya wan û vegera me.''