Cenazeyê şervanê YPG’ê Dilgeş Elî hate veşartin

Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Dilgeş Elî (Serhed Ruha) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saruxan veşartin.

Bi sedan welatiyên Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Dilgeş Elî (Serhed Ruha) ku 13’ê Nîsanê li Dêra Zorê şehîd bûbû, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ ber bi Goristana Şehîd Delîl Saruxan ve meşiyan.

Li goristanê merasîmeke ji aliyê şervanên YPG’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Mihyedîn Hesen sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got; “Şehîd Dilgeş beriya şehîd bikeve her tim di got ‘piştî rizgarkirina Baxozê ez ê vegerim Qamişlo destê dayika xwe maç bikim’. Em jî dibejin Dilgeş tu serbilindî hatî bajarê xwe. Qamişlo bi te serbilinde.  Bijî ji malbata te re.  Em jî soz didin ku heya dawî xwedî li deskeftiyên şehîdan derbikevin û alan şehîda her bilind bikin.”

Li ser navê YPG‘ê Amed Qamişlo soza şopandina rêya şehîdan nû kir û got: “Heya em Rêber Apo ji zindanê dernexin sekin ji me re tune ye.”

Apê şehîd Dilgeş, Nezîr Sofî diyar kir ku bi şahadeta şehîd Dilgeş serbilind in û got: “Dilgeş rêya pakrawaniyê şopand. Em bi şehadeta wî gelekî serbilind in û îro Dilgeş bû meyvanên Egîdan.”

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.