Dewleta Tirk û çeteyên wê dîsa welatiyên Efrînê revandin

Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê daxwaza fîdyeyê ji xizmên welatiyên Efrînê yên revandî dikin, qirkirinên xweza û dîrokî jî didomînin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê li gorî agahiyên ku ji gundê Xelîl ê girêdayî navçeya Şiyê yê kantona Efrînê hatine, çeteyên artêşa Tirk a dagirker welatiyên ji gundê Xelîl revandin û ji bo berdana wan pere xwestin. Welatiyên ku hatine revandin ev in: Umer Heyder Reşîd, ji bo berdana wî 3 hezar dolar, Mihemed Mihemed Cocan (hezar û 500 dolar), Hesen Menan Calo (hezar dolar), Arif Mehmûd Reşîd (hezar dolar) û Mustefa Îbiş Cafer (6 hezar dolar) xwestin.

Her wiha çavkaniyên din diyar kirin ku dizî û talankirina mal û milkên sivîlan û revandina wan didome. Welatiyên bi navê Nacî Elî û Înce Mustef ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin revandin, her wiha wesayîta welatiyê bi navê Elî Sefer Edhem hate dizîn.

Artêşa Tirk a dagirker welatiyên bi navê Şêxo Mihemed Kerez, Rênas Mihemed Kerez, Şiyar Mihemed Kerez, Fûad Nasan Berazî, Şêxmûs Mihemed Xelîl, Mihemed Horîk Osman, Hesen Ehmed Camo, Roşîn Hebeş Hisên, Menand Enwer Abdullah, Menand Ehmed Axa û Hesen Tirkî Eleq ê ji malbata Zater a Ereb ên ji gundê Dêr Sewan ê navçeya Şera revandin. Li gund metirsî heye.

Li gorî agahiyan li gundê Meydan Ekbes ê girêdayî navçeya Racoyê Emîne Hisên, Emîne Daûd Ekaş, Emîne Umer û hevserê wê, Farûq Hemîd Xalid, Reşîd Umer Seydo, Şikrî Betal Betal û Mustefa Hesen Dodîk" hatin revandin û çarenûsa wan heta niha ne diyar e, her wiha li beramberî berdana wan pere ji malbatên wan hatin xwestin.

Her wiha bi dehan malbatên ji Efrînê li gel xizimên xwe re li dervî malên xwe dijîn, ji ber malbatên çeteyan malên wan dagir kirine û li şûnên wan bicih bûne.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker navenda tenduristiyê ya gişt ya li ser rêya navçeya Raco veguhrandin depoyek cebilxaneyê û hemû alavên di navendê de dizîn.

Di nava tevlîheviya li Efrînê de, şêniyan cenazeyê ciwaneke di nava darên di navbera gundê Basûtê û navendê Efrînê de dîtin bêyî ku nasnameya wê û sedemên kuştina wî nas bikin.

Ji aliyekî din ve jî, artêşa Tirk a dagirker derfet nadin xwediyên zeviyên zeytûnan li herêma Zerafkê û Mabatê ku nava darên xwe cot bin û bikesixînin. Çete dixwazin ku zeviyan bi pereyan bidin kesên ku sewalan xwedî dikin, her wiha çi kesê ku gazincan dike, wan ceza dike.

Li gundî Ciwêq jî şêniyan neçar dikin ku nan tenê ji kesekî bikirin û bi nirxekî bilind. Derfet nadin tu kesên din ku nan bifroşin. Her wiha çeteyan nêzî 20 darên zeytûnan ên malbata Abdullrehman Osman, rakirin.