Cenazeyê şervanê YPG’ê Ebû Şahîn hate veşartin

Welatiyên navçeya Amûdê ya Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Emar Deqorî (Ebû Şahîn) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îsamîl veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Amûdê cenazeyê şervanê YPG’ê Emar Deqorî (Ebû Şahîn) ku 20’ê Nîsanê li Dêra Zorê şehîd bûbû, bi merasîmekê li goristanê Şehîd Îsmaîl veşartin.

Merasîm ji bo bîranîna şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Seyît Ferso axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Fermandarê YPG’ê Berxwedan Amûdê jî axivî û got; “ Şehîd Emar Deqorî beşdarî gelek pêngavan bû û di encama êrîşêk hovanê de şehîd ket. Şehîd Emar Deqorî  di şewata sînemaya Amûdê de gelek kes xilas kirin. Em di oxirkirina şehîd de dîsa soza xwe nûjen dikin û dibejin  xwîna şehîdê xwe tu carî li erde nahêlin.”

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şervanê YPG’ê Ebû Şahîn li gorisanê veşartin.