Li Şehbayê ji bo rizgarkirina Efrîn meşeke girseyî hate kirin

Xelkê Efrîn û malbatên şehîdan ên ji ber hovîtî û êrîşên qirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê neçarî Kantona Şehbayê bûne, ji bo rizgarkirina Efrînê ber bi Navenda Rûsya a li gundê Wehşiyê ve meşeke girseyî pêk anîn.

Malbatên şehîdan û welatiyên Efrînê li dijî bêdengiya Rûsya û Sûriye ya li ber dagirkeriya dewleta Tirk û dîsa lêkirina dîwarên navbera gundên Şêrewayê ji Kampa Berxwedan dest bi meşeke girseyî kirin heta pêşiya Navenda Leşkerî ya Rûsya ya li gundê Wehşiyê kirin.

Piştî meş gihişte pêşiya Navenda Leşkerî ya Rûsiya dirûşmên ‘Efrîn an Efrîn’ bê navber hatin qîrkirin. Heyete ji malbatên şehîdan a ji 5 kesan pêk dihat ji bo radestkirina çelenga reş û peyama xwe bidin û radestî leşkerên Rûs bidin çûn pêşiya avahiyê. Name ji aliyê endama Malbatên Şehîdan Şaziye Îbrahîm ve hate xwendin û ev tişt hate gotin: “Dewleta Rûsya rê da ku balafirên Tirk li ser esmanên Efrînê ve bifirin û Efrîn bomberdûman kirin. Di encama vê bomberdûmanê de hezaran zarok, jin û mirov şehîd bûn. Bila Rûsya û Sûriye baş bizanin ku em dev ji axa xwe bernadin. Dîsa bila hemû cîhan bizane Rûsya Sûriye parçe kir. Em ji vir naçin heta bersivek bê dayîn.”

Di dewama peyamê de Îbrahîm ev got: “Zarokên me her tim amade ne axa Sûryeyê biparêzin.” Dîsa hate bibîrxistin ku bi dagirkirina Efrînê re darên zeytûnên yên Efrînê hatin birîn. Her wiha Rûya û Sûriye bêdengiya xwe bidomîne bila, em bi bîra wan dixin ku Sûriye tê parçekirin û Sûriye jî bajarekî yê Sûriyeyê ye.

Li ser bersiv nedayina aliyên rêveber girseya gel xwest bikevin navendê, li ser vê yekê rejîma Sûriye û berpirsên navendê hatin û diyarkirin ku wê roja Dûşemê bersivê bidin wan.

Piştre gel bi dirûşman ji pêşiya navendê vegeriyan.