Cenazeyê şervanê YPG'ê Xalid Xilî hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Xalid Xilî bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Bi sedan kesên li pêşiya Nexweşxaneya Roj li hev kom bûn, cenazeyê şervanê YPG'ê Xalid Xilî (Şoreş Serêkaniyê) ku di 16'ê Îlonê de şehîd bû wergirtin û birin Şehîdgeha Serêkaniyê.

Şervanên Hêzên Xweparastinê li Şehîdgehê merasîmeke leşkerî pêk anîn. Hevseroka Komîteya Karên Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Welîda Botî, ji fermandarên hêzên QSD'ê Enes Ereb û apê şehîd Hac Hesen Xilî li merasîmê axivîn.

Qisekeran diyar kirin ku destketiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berxwedana şehîdan hatine afirandin û ji bo parastina nirxên şehîdan bang li gelan kirin ku yekîtiya xwe li dijî hemû êrîşan pêk bînin.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Alî Ferhan belgeya şehadetê ya Xalid Xilî xwend û radestî malbata wî kir.

Piştre cenazeyê şervanê YPG'ê hate veşartin.