Rêveberiya Xweser li dijî rejîma Sûriyê helwest da

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser sûcdariyên rejîma Sûriyê yên derbarê QSD'ê got, dûrî rastiyê ye û li dijî çareseriyê ye.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê daxuyanî û tawanên rejîma Sûriyê yên li dijî QSD`ê de îro daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye:

"Piştî zêdetirî 6 salan ji aloziya Sûriyê ku bi milyonan mirovên gelê Sûriyê şehîd bûn, koçber bûn û windan bûn, her wiha dema ku herêma Idlibê bûye çavkaniya xetereyê li ser gelê Sûriyê û tevahî cîhanê ku bi hezaran terorîstên Cebhet El-Nusra tê de hene, dewleta Tirk a dagirker ku li ser xaka Sûriyê ye, destekê dide çeteyên ku kiryar û sûcên şer li hemû herêmên di bin dagirkeriya wan de û di serî de Efrîn, Cerablus, Bab û Ezaz pêk tîne û dema ku divê der barê van kiryaran de hewlest werin nîşandan, tişta ku em dibînin berovajî vê yekê ye. Heta hinek alî hene fedakariyên hêzên me QSD`ê bi tawanên derew reş bikin.

Herî dawî Wezareta Karên Derve ya desthilata Şamê giliyek kir û Hêzên Sûriya Demokrtîk bi tiştên ku dûrî rastiyê ne, tawanbar kir. Ev daxuyanî çareseriya siyasî û diyaloga di navbera Sûriyeyian de bi awayekî mezin asteng dike, her wiha derfetê dide aliyên derve ku planên xwe ku li dijî berjewendiyên gelê Sûriyê ne, pêk bîne.

Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku lehengî û fedakariyên wan silav dikin, di heman demê de tiştên ku di giliya ku desthilata Şamê de hatiye kirin û di heman demê de tawanên nerast tê de hene, red dikin. Em teqez dikin ku fedakariyên ku keş û lawên me yên Hêzên Sûriya Demokratîk  pêşkêş kirine û serkeftinên ku wan li dijî rêxistina DAÎŞ`ê ya terorîst bi dest xistine, ev fedakariyên Sûrî yên bi nirx û rûmet in, pêwîst e çavên xwe ji van serkeftinên dîrokê yên hêzên me re negirin. Diviyabû ku desthilata li Şamê giliyek ji Meclisa Ewlehiya re rakiriba, da ku dagirekeriya Tirkiyê ji axa Sûriyê re û kiryarên wê yên nemirovahî der heqê hemwelatiyên me de ku Sûriyê kir çavkaniyan rêxistinên terorîst, şermezar bikira.

Em teqez dikin ku tiştên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk kirine, kedên nîştimanî yên Sûriyê li dijî têkoşîna radîkal û pêkanîna îstiqrarê ye û pêşwazîkirina bi hezaran koçberên ji gelê me yên Sûriyê, tevî ku rewşa dijwar ku em tê re derbas dibin. Li ser bingeha yekbûna axa Sûriyê, bi awayekî domdar û me teqez kiriye ku diyalog çareseriya  ji bo hemû tiştan e, lê xîtaba negatîf a ku derdikeve, bandoreke neyînî li berjewendiyên gelê Sûriyê dike û nakeve xizmeta îstiqrarê.

Em careke din teqez dikin ku ew wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, helwesta me têkildarî diyaloga Sûrî-Sûrî sabit e û em dibînin ku ew tekane çareseriyeke ji bo aloziya Sûriyê ye. Em ji her kesî ku dixwaze xizmeta Sûriyê û gelê wê bike, helwesteke cidî raber bike. Em careke din soza xwe ya bi gelê re ya ji bo çareserî û îstiqrara li Sûriyê dubare dikin, her wiha paşguhkirina rol û fedakariyên me red dikin.”