Ji ber vetoya Çîn û Rûsyayê agirbest li Idlibê nepêkan e

Ji ber ku Çînê û Rûsyayê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî veto kirin, ihtimala agirbestê ya li Idlibê ji holê rabû. Her wiha welatên Rojavayî jî îdîa kirin ku armanca wan astengkirina krîza însanî bû.

Ji dema destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê û vir ve hejmara pêşnûmeyên ku Rûsyayê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî veto kiriye gihîşt 13 pêşnûmeyan. Rûsyayê mafê xwe yê vetoyê herî dawî li dijî pêşnûmeya banga agirbestê ya li Idlibê bi kar anî.

Ji endamên demkî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî Elmanya, Belçîka û Qûweytê pêşnûme amade kirin û ji aliyê 12 welatan ve hate qebûlkirin. Di dengdanê de ji endamên demkî Gîneya Ekvatorê helwesteke bêalî nîşan da û Rûsya û Çînê mafê xwe yê vetoyê bi kar anîn. Bi vî rengî pêşnûme nehate qebûlkirin.

Yên ku pêşnûme amade kirin hişyar kirin ku şerê li Idlibê wê bibe sedema 'krîzeke mezin a însanî' û Rûsyayê jî diyar kir, operasyonên tên kirin beşek ji 'têkoşîna li dijî terorîzmê' ye. Rûsyayê dixwest, 'operasyonên li dijî terorîzmê' li derveyî pêşnûmeyê bê hiştin. Lê belê ev daxwaz ji aliyê welatên din ve hate redkirin.