Li Girê Spî li dijî êrîş û gefên dewleta Tirk meşek hate lidarxistin

Li dijî gef û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li Girê Spî meşek girseyî hate lidarxistin.

Meclîsa kantona Girê Spî îro ji bo salvegera 5`emîn êrîşên çeteyên DAÎŞ`ê yên li ser Kobanê meşek girseyî lidarxsit. Di meşê de  binpêkirinên Tirkiyê yên li kantona Efrînê jî hate şermezar kirin.

Bi hezaran kes li Taxa El-Îskan li hev civiyan, bi wêneyên şehîdan û pankartên li dijî dagirkeriyê meşiyan. di beşê de bê navber berxwedana Kobanê û ya li Efrînê bi dirûşmeyan hate silav kirin.

Meş li çerxerêya şaredariyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de Alîkarê Hevserokatiya Meclîsa Kantona Girê Spî Sebrî Mistefa axivî û wiha got; "Dewleta Tirk dixwaze krîza Sûriyeyê veguherîne fersendê û dagirkeriya Osmaniyan ji nû ve çêbike. Dîsan dixwaze îradeya hevpar ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike."

Rêvebera Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Fatîma Şeban jî axivî, berxwedana Kobanê û Efrînê silav kir. Rêvebera Kongreya Star Hûda Mistefa jî diyar kir ku heta bidawîkirina terorê ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.