Li Efrînê 6 sivîlên din hatin revandin

Hêzên dagirker ên Tirkiyeyê û çeteyên wan li navçeya Şîyê ya Efrînê 6 sivîlên din revand. Ji serê meha Îlonê û heta niha herî kêm 100 kesên sivîl hatine revandin.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin li gundê Enqelê yê Şîyeya Efrînê di 18’ê Îlonê de 6 kesên sivîl hatine revandin.

Li gorî agahiyan ev kes hatine revandin: “Xelîl Beker Mamo, Mihemed Arif, Mustafa Qaziqlî Mustafa, Hisên Ehmed Kerşo, Henanê Mihemed Ehmed û Îsam Elûş Etar.”

Di navbera 16 û 18’ê Îlonê de jî herî kêm 23 kes hatibûn revandin.

Êrîşên li dijî sivîlan mehên dawî zêde bûn. Roj nîne ku sivîl nayên revandin. Ji destpêka meha Tîrmehê ve bi sedan sivîl hatin revandin. Tê gotin ku hejmara sivîlên di navbera Tîrmeh û Tebaxê de hatine revandin zêdeyî 500 kes in. Li gorî daneyên ANF'ê ji destpêka meha Îlonê ve herî kêm 100 sivîl hatin revandin. Tê texmînkirin ku hejmara rasteqîn ji vê yekê gelekî zêdetir e.

Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û komên wê yên çete ve hatiye dagirkirin. Dewleta Tirk di 20'ê Çileya 2018'an de dest bi êrîşa dagirkirina Efrînê kir û di 18'ê Adarê de bajar dagir kir. Ji dema dagirkirinê ve bi rêk û pêk sûcên şer tên kirin. Her roj malên sivîlan tên desteserkirin, sivîl ji bo wergirtina fîdyeyê tên revandin, êşkence li sivîlan tê kirin an jî tên kuştin.