Li Efrînê 2 rojan 17 kes, di 18 rojan de 100 kes hatin revandin

Li Efrîn a dagirkirî 5 sivîlên din ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatin revandin. Di nava 18 rojan de herî kêm 94 kes hatin revandin.

Li gorî agahiyên hatin wergirtin, artêşa Tirk û çeteyên wê li gundê Senerê yê navçeya Şiyê 4 sivîl revandin.

Sivîlên hatin revandin Mihemed Henan Eşwanî, Hesen Ehmed Soro, Ebdo Mihemed Ehmed û Kemal Xelîl Mehmûd in.

Çend roj berê jî Ehmed Mûstafa Cinîd ê ji navçeya Cindirêsê hatibû revandin û aqûbeta wî hîn nayê zanîn.

Ji heman navçeyê beriya meh û nîvekê Hisên Elî Hesen hatibû revandin ku aqûbeta wî jî hîn nayê zanîn.

Dagirkeran di 17'ê Îlonê de li gundê Senerê yê navçeya Şiyê ya Efrînê 4 sivîl revandin.

Ji gundê Şêxotka yê navçeya Mabatayê jî heman rojê Mihemed Şêx Seydî hate revandin.

Di 16'ê Îlonê de li gundên navçeyên Cindirêsê û Şiyê yek jê jin 7 sivîl ji aliyê çeteyên Enqereyê ve hatin renvandin. Nayê zanîn ku ew sivîl bi ku ve birine.

Êrîşên li dijî sivîlan van mehên dawî zêde bûn. Roj nîne ku sivîl nayên revandin. Ji destpêka meha Tîrmehê ve bi sedan sivîl hatin revandin. Hate ragihandin di nava meha Tîrmeh û Tebaxê de hejmara kesên hatine revandin ji 500’î zêdetire. Li gorî hesabên ANF’ê ji serê meha Îlonê û vir ve bi kêmanî 73 kes hatine revandin. Tê texmînkirin ku ev hejmar dibe zêdetir bin.