Cenazeyê şervanê Asûrî Bitrus Îşo hate veşartin

Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Heres Xabûr ya Asûrî Bitrus Îşo bi merasîmekê li goristana şehîdan hate veşartin.

Welatiyên navçeya Til Temir bi merasîmekê cenazeyê şervanê Hêzên Meclîsa Heres Xabûr a Aşûrî li goristana şehîdan a li gundê Til Şinan ê navçeya Til Temirê veşartin. Şervanê Heres Xabûr Bitrus Îşo li gundê Til Werdiyat ê navçeya Til Temir dema erka bi erka xwe radibû şehîd bûbû.

‘XAK Û RÛMETA XWE PARAST’

Merasîm li hola dêra El-Qedîsa bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevseroka Partiya Yekîtiya Suryan Gabriyel Şamûn, bi sedan şêniyên navçeyê û gundewarên wê beşdarî merasîmê bûn. Keşe Otonyos El-Heno wiha axivî: "Pîroz be ji wî kesê ku xwe ji şehadetê re amade kiriye. Ji destpêka êrîşên çeteyên DAÎŞ`ê li ser gundê Til Werdiyat şehîd Bitrus kêliyekê jî ji dêrê dûr nema. Ji xak û rûmeta xwe hez dikir û ji ber wê jî di oxira wê de canê xwe feda kir."

Li aliyê din ji fermandarên Meclîsa Heres Xabûr Madlîn Xemîs axivî û hemû şehîdên ku ji bo parastina axa xwe canê xwe feda kirine, bibîr anîn. Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Baqî Kotî axivî û îşaret bi yekrêziya pêkhate û olan kir û wiha anî ziman: "Ev cihê serfiraziyê ye. Şehîdên me şehîdên azadî û rûmetê ne. Ji ber ku soz dan û gihîştin asta şehadetê."

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin. Girseya gel bi merasîmeke leşkerî cenazeyê Meclîsa Leşkerî ya Heres Xabûr ya Asûrî Bitrus Îşo li goristanê veşartin.