Li Efrînê di nava 16 rojan de bi kêmanî 73 kes hatin revandin

Hêzên dagirker ên Tirk û çeteyên wê li navçeya Cindirês a Efrînê bav û kur revandin Tirkiyeyê. Li herêma Efrînê herî dawî di nava 16 rojan de bi kêmanî 73 kes hatine revandin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, 15’ê Îlonê roja Yekşemê li navçeya Cindirês a Efrînê Ebdo Îbîş û kurê wî Menan Ebdo Îbîş hatine revandin.

Çavkaniyê anî ziman ku bav û kur revandine Tirkiyeyê.

13’ê Îlonê çeteyên dewleta Tirk li gundê Wezawiyê ya girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê ciwanê bi navê Şiyar Nezmî Hemo revandin û birin Şêrewayê. Hate ragihandin ji malbata ciwanî ji bo berdanê 15 hezar dorlar fîdye pere xwestine.

Di mehên dawî de êrîşên li ser sivîlan û revandinê zêde bûne. Ji serê meha Tîrmehê û vir ve bi sedan kes hatin revadin. Hate ragihandin di nava meha Tîrmeh û Tebaxê de hejmara kesên hatine revandin ji 500’î zêdetire. Li gorî hesabên ANF’ê ji serê meha Îlonê û vir ve bi kêmanî 73 kes hatine revandin. Tê texmînkirin ku ev hejmar dibe zêdetir bin.