Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Ebdo hate veşartin

Welatiyên Qamişlo cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Dilşad Ebdo bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan veşartin.

Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Dilşad Ebdo ku 13’ê Îlonê dema bi erka xwe radibû şehîd bûbû ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên Hêzên Ewlehiya NavxweyÎ ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Welîda Botî, Hevserokê Desteya Navxweyî ya Herêma Cizîrê Kenan Berekat axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd û gelê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re hate xwestin. Li aliyê din hate gotin ku ew ê destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestixstin were parastin û piştgiriyê bidin hêzên ewlehiya navxweyî.

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Dilşad Ebdo li goristanê veşartin.