Ji bo bi sed hezaran mirovî tenê nexweşxaneyek heye

Dr. Osman Şêx Îsa diyar kir, ji ber ambargoya li ser Şehbayê derfetên wan nîne ku nexweşan derman bikin û got, mirov ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest didin.

Piştî ku dewleta Tirk Efrîn dagir kir bi sed hezaran mirov neçar man koçî Şehbayê bikin û di nava şert û mercên giran de ne. Li herêma Şehbayê ku qadeke berê ya şer bû pirsgirêkên giran ên tenduristiyê hene. Ji nexweşiyên kanserê heta yên şekir, her wiha nexweşiyên çerm ên ji ber bermahiyên şer û bêderfetiyê gelek nexweşî li herêmê rû dane.

Ji ber ambargoya li ser Şehbayê û dorpêçiya çeteyan derfetên tenduristiyê jî nayên peydakirin. Li herêmê tenê nexweşxaneyek heye. Nexweşxaneya Avrîn ku piştî dagirkirina Efrînê bi derfetên kêm li herêmê ava bû û her wiha 11 nuqteyên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd hene. Lê belê ji ber kêmaniya doktoran, cîhaz û dermanan nexweşxane û nuqteyên tenduristiyê têrê nakin. Pisporê nexweşiyên jinan û endamê rêveberiya nexweşxaneya Avrînê Dr. Osman Şêx Îsa qala rewşa tenduristiyê û pêwîstiyên gel kir.

JI BER KÊMDERFETIYÊ GELEK KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Îsa diyar kir ku destpêkê di nava şertên giran de û ji ber pêwîstiyên mecbûrî rêveberiya xweser û komîteya tenduristiyê Nexweşxaneya Avrînê ava kirin û got, "Ji ber ku ev dever qadeke berê ya şer bû ti navendeke tenduristiyê lê nebû. Şehba dorpêçkirî bû û rê hemû hatibûn girtin. Ji ber vê yekê mirov ji bo tedawiyê nekarîbûn biçin Helebê. Lewma komîteya tenduristiyê û rêveberiya xweser bi rengekî lezgîn ketin nava hewldana çareserkirina vê pirsgirêkê.

Di destpêkê de Heyva Sor a Kurd li gorî pêwîstiyan nuqteyên tenduristiyê ava kir. Lê belê têrê nedikir. Ji ber ku tenê mûayenekirin û derman têrê nedikir. Ji emeliyatê heta tedawiyê pêwîstî bi gelek derfetan hebû. Li ser vê yekê me dest bi avakirina Nexweşxaneya Avrînê kirin. Dema ku me nexweşxane ava kir derfet gelekî kêm bûn. Ne doktorên me yên pispor hebûn ne jî derfetên ji bo peydakirina dermanan û ne jî derfetên emeliyatê hebûn.

Ji ber vê yekê mixabin gelek welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Di nava wan de gelek nexweşên dil, nexweşên şekir û nexweşên ku diviyabû timî bihatina kontrolkirin hebûn. Ev rewş ji bo me giran bû, em pê xemgîn bûn. Rêveberiya xweser û komîteya tenduristiyê ketin nava hewldanên çareserkirina lezgîn a vê pirsgirêkê. Bi vî rengî bi hewldan û keda rêveberiya xweser û hevalên me, nexweşxane gihîşt heta astekê ku bersivê bide pêwîstiyan."

NEXWEŞXANEYA AVRÎN YEKANE NEXWEŞXANEYA LI HERÊMÊ YE

Îsa diyar kir ku nexweşxaneya Avrînê ne tenê xizmetê dide şêniyên Efrîn û Şehbayê û got, "Nexweşxaneya Avrînê veguherî navendekê ku xizmetê dide tevahiya herêmê. Ji helebê gelek nexweş tên vê deverê û derman dibin. Biryareke rêveberiya nexweşxaneyê nîne ku ji bilî penaberên Efrînê kesî tedawî neke. Ji bo her kesên tê li gorî derfetan xizmet tê pêşkêşkirin. Ji Helebê, ji Nûbil-Zehra û bajarên din nexweşên me hene. Ji ber ku li Helebê emeliyat an jî mesrefên tedawiyê gelekî giran in. Lewma mirovan dema derfet dîtin tên vê deverê, ji ber ku em bêpere xizmetê ji mirovan re dikin.

Em ji kesekî ku tên vê deverê re nabêjin 'tu çima hatiye'. Ji emeliyatê heta tehlîlê em her tiştî bêpere dikin. Yekane armanca me ya li vê deverê xizmeta ji bo mirovan e. Di destpêkê de me nekarîbûn ti nexweşên giran bişînin derve. Ji ber vê yekê gelek nexweşên me yên giran jiyana xwe ji dest dan. Lê belê di encama hevdîtinên me yên bi Helebê re derfetên me çêbûn ku hin nexweşên xwe yên giran bişînin. Lê belê ev derfet jî gelekî kêm in. Em nikarin dema dixwazin û hejmara dixwazin bişînin. Tenê ambûlanseke me heye û li herêma me jî gelek nexweşên giran hene. Di heman demê de pirsgirêka rê jî heye, nexweşên ku divê bi lezgînî biçin Helebê nikarin biçin. Ev yek jî dibe metirsî li ser jiyana nexweşan, her wiha carna nexweş jiyana xwe ji dest didin."

JI BER AMBARGOYÊ Û DORPÊÇKIRINÊ DOKTOR NIKARIN JI HELEBÊ BÊN

Îsa ragihand ku ji bilî nexweşxaneya Avrînê 11 nuqteyên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd hene û got, "Em timî bi Heyva Sor a Kurd re di nava plansaziyekê de dixebitin. Tevî ku li 11 nuqteyên tenduristiyê û nexweşxaneyê xizmet tê pêşkêşkirin jî têrê nake. Li gorî hejmara meha derbasbûyî 23 hezar 256 nexweşan serî li nexweşxaneyê dan. Li gorî Heyva Sor a Kurd 24 hezar nexweşan serlêdan kirin. Rojane derdora 800 heta 900 mirov serî li nexweşxaneya me didin.

Ji roja ku nexweşxaneya Avrînê ava bûye û vir ve 3 hezar 700 emeliyat hatine kirin. Bêguman hejmara zêde zextê jî zêde dike. Bi taybetî pêwîstiya me bi dermanên li dijî nexweşiyên şekir, dil, psîkolojîk û pêvedana dûpişk û mar heye. Ji ber ku ew derman li gel me nîne. Her wiha beşa me ya nexweşiyên zarokan nîne. Ji be rku doktorên me yên zarokan nînin. Her wiha divê pêwîstiya xwarinê û şîr ji bo zarokên nû ji dayik dibin û digihêjin heta temenekî bên peydakirin.

Herî dawî em rexneyê li hemû saziyên navneteweyî dikin. Bi ti awayî piştevanî bi gel re nekirine. Civaka navneteweyî li pêşberî mirovên li vê herêmê gelekî xemsar e. Em tenê tiştekî ji wan dixwazin; ji bo bidawîbûna ambargo û dorpêçkirina Şehbayê bibin alîkar û ji bo xizmeta tenduristiyê piştevaniya gel bikin."