Li gorekî komî ya Reqayê 730 cenaze hatin derxistin

Li Reqayê li gorekî komî ya Telaye yek ji gorên herî mezin a ku çeteyên DAÎŞ’ê li Reqayê pêk anî bû ye. Di vê gorê de 730 cenaze hatine derxistin.

Çeteyên DAÎŞ’ê dema ku 2014’an bajarê Reqa dagir kirin li vir yekem car serçeteyê DAÎŞ’ê Ebûbekir El Bexdadî Xelafeta xwe ragihandibû. Li gel vê jî li herêmê ji bo desthildat û hişmendiya xwe ya tundraw mayînde bike dest bi kiryarên dermirovî kirin û bi hezaran welatî qetil kirin.

Hêzên Sûriye ya Demokratîk (QSD) a bi şikandina çeteyên DAÎŞ’ê ya Kobanê destpêkir û her çû serketinên mezin bi dest xist, bi destpêkirina Operasyona Xezeba Firatê ya sala 2018’an bajarê Reqa ya çeteyan weke paytexta xwe binav kir û xelafeta xwe lê ragihand hate rizgarkirin.

Piştî rizgarkirina vî bajarî her ku çû kiryarên hov ên DAÎŞ’ê derketin holê. DAÎŞ’ê ji bo sepandina xelafeta û desthilata xwe li vî bajarî bi hezaran welatiyên sivîl qetilkirin û avêtin gorên komî.

Berpirsê Tîma Hewariyê Yars Hemîs yê bajarê Reqayê lêkolînên berfireh li ser gorên komî yên çeteyên DAÎŞ’ê li herêmê kirî dikin ji ANF’ê re nirxand. Hemîs anî ziman ku gorên komî yên li herêmê li ser çar beşan hatiye cudakirin. Hemîs diyar kir ku heta niha karîne 5 hezar û 250 cenaze ji van goran derbixin ku piranî jin û zarok ên ku serê wan hatine birîn û gulebarankirin in.

Berpirs Hemîs destnîşan kir ku tenê li gora komî ya Telaye 730 cenaze derxistine ku piranî jin û zarok in.

Hemîs ragihand ku cenazeyên ji nava goran derdixin, ji aliyê doxtoran ve tên lêkolînkirin û li beşên taybet lêkolîn li ser dikin û tên tomarkirin. Hemîs anî ziman ku piştî lêkolînên tên kirin û navên wan diyar bûn radestî malbatên wan dikin. Hemîs ragihand ku heta niha 780 cenaze radestî malbatan kiriye.

Tevî ku heta niha bi dehan belgeyên sûcên mirovahiyê yên DAÎŞ’ê li Sûriye û Iraqê kirine derketine holê lê heta niha di asta navneteweyî de ti lêkolîneke rast û dirûst ji bo sûcên DAÎŞ’ê nehatiye kirin.

Goristan aKsar mezintirîn goristane li bajarê Reqa heta niha 700 cenaze lê hatine derxistin. Heta niha bi giştî 780 cenaze radestî malbatan hatine kirin. Hejmara giştî ya cenazeyên hatine derxistin 5 hezar û 250’ in.