Serlêdanên ji bo zanîngehên Rojava û Kobanê îsal gelekî zêde ne

Li Zanîngehên Kobanê û Rojava ku serdema qeyda sala 2019-2020'an dest pê kiriye serlêdan zêde ne. Ji bo zanîngehên ku bi giştî bi 22 beşan wê dest bi sala perwerde û hîndekariyê bike, qeydkirin wê heta 5'ê Cotmehê bidome.

Ji bo zanîngehên Rojava û Kobanê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdema qeyda sala nû ya perwerde û hîndekariyê dest pê kir. Karê qeydkirinê wê heta 5'ê Cotmehê bidome û serlêdanên îsal li gorî salên bihurî zêde ne.

Salên bihurî li gel şert û mercên şer û gefxwarinên li ser herêmê jî li Bakur-Rojhilatê Sûriyê perwerdehî nehate sekinandin û di qada perwerdehiyê de serkeftinên mezin hatin bidestxistin.

Piştî şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an bi asta dibistana seretayî, navîn û lîseyê perwerdehî bê navber bi 3 zimanan dom kir. Li Rojava ku beriya niha zanîngehên wê nebûn, di sala 2015'an de zanîngeha Efrînê, 2016'an a Rojava û 2017'an zanîngeha Kobanê hate avakirin.

Ji ber ku zanîngeha Efrînê di bin dagirkeriyê de ye, piraniya xwendekarên ku li vir perwerde didîtin niha li zanîngehên Rojava û Kobanê perwerdehiya xwe didomînin.

Li zanîngehên Rojava û Kobanê ku qeydên sala nû ya 2019-2020'an dest pê kirî, bi giştî 22 beş hene. Ji bilî Rojava serlêdanên ji bajarên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêra Zorê jî zêde ne, ku nifûsa van bajaran piranî Ereb in.

Têkilî serdema qeydên zanîngehê Hevseroka Beşa Zanistên Fenê ya Zanîngeha Kobanê Sakîne Elî ji ANF'ê re got, qeydên nû di navbera 10'ê Îlonê û 5'ê Cotmehê de wê bidomin. Sakîne Elî destnîşan kir ku her du zanîngeh îsal bi pergala qeyda navendî xwendekaran qebûl dikin.

Elî diyar kir li herdu zanîngehan bi giştî 22 beşên cuda hene û hê di hefteya pêşî ya qeydê de serlêdan pir zêde ne.

Elî anî ziman ku qeydên xwendekaran li gorî notên derbasbûnê yên lîseyê ne û bal kişand ser ku îsal ji herêmên Ereb serlêdan zêde ne.

Elî got, krîterên wan ên dema standina xwendekara 70 ji 100'î notên xwendekaran, 30 ji 100 encama mulaqatan diyar dike û got, her xwendekar dikare 3 tercîhan bike.

Endamê Desteya Koordînasyona Zanîngeha Kobanê Masîdar Masîro jî got, îsal beşên nû hatine vekirin, hijmara peywirdarên hîndekariyê zêde bûne û li gor vê jî hijmara serlêdanan jî zêde bûne.

Masîro diyar kir, armanca wan a sereke ew e ku asta perwerdehiyê bilind bikin, li Zanîngeha Kobanê îsal beşa laboratûvarê vekirine û ev beş salên pêş wê bibe hîmê fakulteya tibê.

Li Zanîngeha Kobanê beşên Ziman û Wêjeya Kurdî, Laboratûwara Tibbî, Matematîk, Fizîk, Kimya û Biyolojiyê hene.

Li Zanîngeha Rojava jî ev beş hene: Matematîk, Fizîk, Kimya, Dîrok, Cografya, Mamostetî, Hunerên Xweşik, Jineolojî, Wêje, Endezyariya Petrolê, Endezyariya Petro-Kimyayê, Endezyariya Çandiniyê, Endezyariya Avakariya Ekolojîk, Rêveberî û Darayî, Mekanîk, Wergeriya Ingilizî û Endezyariya Înşeatê.