TEV-ÇAND’ê ‘qehremanê sînemayê’ Mazdek bi bîr anî

Komîteya Çand û Hunerê ya TEV-ÇAND’ê sînemager Omer Bagci (Mazdek) bi bîr anî yê ku li ser peywira xwe ji ber qezayekê şehîd bûbû.

Komîteya Çand û Hunerê ya TEV-ÇAND’ê got ku “Di şexsê Mazdek Ararat de em hemû şehîdên li ser rêya têkoşîna azadiya Kurdistanê bi hurmet bi bîr tînin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Mazdek Ararat di 13’ê Îlona 2019’an de dema li ser peywira xwe bû ji ber qezayekê birîndar bûbû û piştre şehîd bû.”

TEV-ÇAND’ê di daxuyaniya xwe de qala van tiştan kir:

“Rêheval Mazdek bi kedkarî, mutewazî û rûkeniya xwe hevalekî têkoşer bû.

Rêheval Mazdek ne bi tenê sînameger bû. Ew li Kobanê şervan bû, li akademiya hunerê perwerdekar, di seta fîlm de lîstikvan, di dilê gelê Rojava de kedkarek û li çiyayên Kurdistanê gerîllayek bû.

Rêheval Mazdek ê ku li ser rêya Halîl Dag dimeşiya ji destpêka şoreşa Rojava di gelek xebatan de cih girtibû û di gihandina gelek sînemagerên ciwan de keda wî heye. Ew yek ji avakarê komuna sînemayê bû û endamekî Sîne Çiya jî bû. Mîrateya şehîdên wekî Yekta, Hêvî, Zerdeşt û Delîla û gelek şehîdên din rêya me ronî kirin. Bi tevlêbûna rêheval Mazdek re îddîaya me ya şoreşa çand û hunerê xurttir bûye. Em jî diyar dikin ku pêkanîna xeyalên şehîdan peywira me ye û em soza xwe dubare dikin ku em ê bidin ser rêya wan.

Li ser vî esasî em careke din rêheval Mazdek Ararat bi hurmet bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbata wî û gelê Kurdistanê re dixwazin.”