Cenazeyê şervanê QSD'ê Kawa li Kobanê hate veşartin

Welatiyên Kobanê cenazeyê şervanê QSD’ê Edhem Bozan (Kawa Girê Spî) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Bi hezaran welatiyên Kobanê cenazeyê şervanê QSD’ê Edhem Bozan (Kawa Girê Spî)  ku di Berxwedana Rûmetê ya li dijî dagirkeriya artêşa Tirk de şehîd bûbû bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Şervan Muslim axivî, sersaxî ji malbatê re xwest û wiha got; “Em îro sînorê mirovahiyê bi xwîna van şehîdan xêz dikin. Şehîd rêya civakê ya ber azadiyê ve ronî dike. Divê em xwedî li şehîdan derkevin û armancên wan pêk bînin."

Endama Koordînasyona Kongreya Star Almaz Romî jî axivî banga şopandina rêya şehîdan kir.

Bi navê malbata şehîd Kawa axaftin hate kirin, soza şopandina rêya şehîd hate dayîn. Her wiha hate got: "Heger dijmin xwedî çêkên giran be, em jî xwedî îradeyeke xurt in ku ji tiştekî natirsin."

Nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Girse cenazeyê şervanê QSD’ê Edhem Bozan (Kawa Girê Spî) bi dirûşmeya  "Şehîd namirin" li goristanê veşartin.