Dewleta Tirk li Efrînê 6 sivîlên din revand

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê 5 jê jin 6 kesên sivîl revand.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 14’ê Mijdarê de li navenda Efrînê 6 sivîlên kal û pîr revand. Hate diyarkirin ku 5 ji van sivîlan jin in.

Hate ragihandin ku Xedîce Qere Alî, Emine Qere Alî, Heyat Qere Alî, Fedîla Mihemed, Fedîla Kerîko, Fedîle Seydo û  Nûrî Qere Alî hatine revandin.

Hate diyarkirin ku Fedîla Kerîko, Heyat Qere Alî û Nuri Qere Alî piştî ku hatine revandin, hatine berdan lê aqûbeta 3 jinên din ne diyar e.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 rojberê li Efrînê 9 sivîlên din revandibû.