Di çalakiyên tolhildanê de dagirkerek hate kuştin

HRE’yê diyar kir çeteyekî ku wergêrî ji leşkerên artêşa Tirk re dikir, li Raiyê di çalakiyeke sabotajê de hatiye kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyand ku çalakiyên wan ên tolhildanê berdewam dikin û destnîşan kir ku li nêzî bajarê Raiyê çeteyekî ku ji leşlerên artêşa Tirk re wergêrî dikir, di çalakiyeke sabotajê de hatiye kuştin.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Hêzên me çalakiyên xwe yên di çarçoveya tolhildanê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber didomînin.

Di 16’ê Mijdarê de li derdora bajarê Raî hêzên me bi çalakiyeke sabotajê çeteyekî ku tercumaniyê ji leşkerên artêşa Tirk a dagirker re dikir, kir armanc. Di encamê de ew çete hat kuştin.

Her wiha liv û tevgera balafirên şer û keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Efrîn û Şehbayê berdewam dike.”