Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet veşartin

Li bajarê Qamişlo bi tevlîbûna sedan kesî cenazeyê 2 şehîdên Berxwedana Rûmetê û şehîdekî yê teqîna Qamişlo bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hatin veşartin.

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyên şervanên QSD`ê Edê Ebas (Îvan Himsî), Xalif Xelef (Zinar Qamişlo) ku di 11’ê Mijdarê de li navçeya Til Temirê di bersiva êrîşên artêşa Tirk a dagirker de, her wiha cenazeyê sivîlê bi navê Amir Elî ku di 11`ê Mijdarê de di encama teqîna li bajarê Qamişlo de birîndar bû û di 13`ê Mijdarê de şehîd bû, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hatin veşartin.

Cenazeyê her 3 şehîdan bi kulîlkan hatin xemilandin û ji aliyê bi hezaran ve li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hatin pêşwazîkirin.

Merasîma şehîdan bi rêzgirtinê destpê kir, Piştre jî Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî û got êrîşên artêşa Tirk ne kiryareke nû ne û tiştên ku pêk tîne, dûrî nirx û pîvanên mirovahiyê û exlaq in.

Xerîb Hiso bêdengiya civaka navdewletî derbarê êrîşên artêşa Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wiha anî ziman: “Civaka navdewletî û hêzên cîhanî di derbarê êrîşên artêşa Tirk de ti helwesteke cidî nîşan neda. Ji ber vê yekê civaka navdewletî deyndarê gelên herêmê ye. Ji ber gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî hovanetrîn rêxistinên ku dewleta Tirk piştevaniya wan dike, li ber xwe dan.”

Hiso got dewleta Tirk hewl dide komkujiyên xwe li dijî gelê herêmê dubare bike, îsbata vê yekê êrîşên niha li ser navçeya Til Temrê ne û wiha pêde çû: “Osmaniyan li dijî gelê Ermen komkujî pêk anîn, niha dewleta Tirk a dagirker hewl dide gelê Ermen li Til Temirê qir bike.”

Piştî axaftinan û şûnde nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Her wiha nasnameyên şehîd Heqî Ehmed (Hesen Qamişlo) ku di 11`ê Mijdarê de li navçeya Til Temirê şehîd bûye û şehîd Suha Hemê (Zinarîn Amûdê) ku di 11`ê Mijdarê de li derdora Serêkaniyê şehîd bûbû, eşkere kirin.

Di dawiya merasîmê de, şehîd Îvan Himsî û Zinar Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl hatin veşartin û şehîd Amir Elî li goristana şehîdên sivîl a li taxa Meyselûn a rojhilatê bajarê Qamişlo hate veşartin.