Li Hesekê motorsiklêteke bombe barkirî hate bêbandorkirin

Li bajarê Hesekê ya Rajava motorsiklêteke bombe barkirî hate tesbîtkirin û bê bandorkirin.

Li gorî agahiyên hatin girtin li Pira Muftî ya Hesekê saet derdorî 19:10’î motorsilklêteke bombe barkirî hate tesbîtkirin.

Motorsiklêta ji aliye kes an jî kesên nenas ve hatibû hiştin, ji aliye Hêzê Ewlehiya Hundirîn ve hate bêbandorkirin.

12’ Mijdarê li qada Pîşesazî ya Hesekê motorsiklêteke bombe barkirî hatibû tesbîtkirin û bêbandorkirin.

Her wiha 11’ê Mijdarê jî li Qamişlo wesayît û motorsiklêteke bombebarkirî hatibû teqandin 6 kes sivîl şehîd û 40 jî birîndar bûbûn.