QSD: Di 24 saetan de êrîşên bejahî û esmanî dewam kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ragihand ku êrîşên dewleta Tirk di 24 saetên dawî de jî dewam kir û got: “Artêşa Tirk ketiye nava hewldanên berfirehkirina qadên dagir kirî.”

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“Artêşa dagirker û komên çete êrîşên xwe yên hewayî û bejahî li seranserê xeta eniyê û li ser herêmên sîvîl domandin, hewldanên dagirkirina herêmên nû zêde kirin.

TİL TEMİR Û EBÛ RASEN

Artêşa dagirker û komên çete bi çekên giran û balafirên bêmirov êrîş birin ser gundên Ing el-Hewa, Ebûş û Ûm Şeîfa yên ku di bin parastina Meclîsa Leşkerî ya Suryanî de ne û li derveyî qadên rêkeftinên agirbestê ne. Artêşa dagirker êrîşên xwe yên li ser herêmên Aşûrî li bakurê Til Temir zêde kirin û hewl dan ku herêmên li derveyî rêkeftinên agirbestê ne, dagir bikin. Di encama êrîşên komên çete de hejmarek ji pêkhateya Aşûrî neçar man ku ji gundên xwe koçber bibin.

Artêşa dagirker êrÎşî ambulansekê kir, ajokarê wê şehîd bû

Artêşa dagirker êrîşên bi tank, top û balafirên bêmirov li ser gundên Ezîziyê, Dawûdiyê, Erbeîn û Til Leben domandin û hewl da van gundan dagir bikin. Balafirên bêmirov ên artêşa dagirker ambulanseke ku dixwest brîndaran ji herêmê derxe jî hedef girt û di encamê de ew seyare şewitî, her wiha ajokarê wê şehîd ket.

Artêşa Tirk mayinan diçîne

Her wiha hate çavdêrîkirin ku artêşa dagirker li gelek herêmên sîvîl mayinan diçîne da ku gelê sîvîl nikaribe vegere cihê xwe.

EYN ÎSA

Artêşa dagirker û komên çete bi çekên giran, tank, obus û balafirên bêmirov êrîş birin ser gundên Mesûdiyê, Kefîfê û Xirbit Beqere û hewl dan van herêman dagir bikin. Artêşa dagirker bi balafirên bêmirov gelek qad bombebaran kir.

Di encama berxwedana hêzên Meclisa Leşkerî a Suryanî li hember êrîşan de, hejmarek ji çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin.

Di van êrîşên bi tank, top û balafirên keşfê hatin pêkanîn de bi giştî 4 hevalên me û hejmarek şervanên Meclisa Leşkerî a Suryanî şehîd ketin, 14 hevalên me birîndar bûn.”