Osê: Temînata navneteweyî divê

Li gorî Alîkara Hevserokên Rêveberiya Xweser Osê, eger wê 'herêmeke ewle' bê avakirin jî divê dewleta Tirk di nav de nebe, divê di kontrola hêzeke navneteweyî de be, qada hewayî bê qedexekirin û di asta navneteweyî de temînatê bidin gel.

Alîkara Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê destnîşan kir ku bêdengiya destpêkê ya li pêşberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk kir ku Erdogan hîn bêhtir êriş bike.

Osê got, "Erdogan bi rengekî eşkere nexşeyek nîşanî her kesî da û destnîşan kir ku projeyeke xwe heye ji Helebê heta Mûsil-Kerkûkê. Ji Cerablûsê heta Efrînê, dagirkerî, talan, hilweşandin, paqijiya etnîkî û guhertina demografiyê kir, lê belê li pêşberî van sûcên wî yên şer her kes bêdeng man."

Osê ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wan ên DAÎŞ û El Nûsrayê li gorî şertên lihevkirina DYE û Rûsyayê tevnagerin, her roj êrişên xwe giran dikin, hewl didin qadên dagirkirî berfireh bikin û got, "Em tevlî van lihevkirinan nebûn, lê belê ji bo rawestandina şer me qebûl kir û beramberî hev vekişin. Me ev yek pêk anîn, lê belê dewleta Tirk ji wê rojê ve êrişên xwe yên li dijî Til Temir û Eyn Îsayê didomîne."

ZEXTÊ LI YÊN MAYÎ JÎ DIKIN KU WARÊ XWE BITERIKÎNIN

Osê bi bîr xist ku ji dema destpêkirina êrişên dagirkeriyê ve herî kêm 300 hezar mirovî ji neçarî koç kirine, ev hejmar her zêde dibe û got, "Ji ber ku li dijî mirovên mayî jî kiryarên li dijî mirovahiyê dikin û neçar dihêlin ku herêmê biterikînin. Her tiştên ku Erdogan ji bo vegerandina 2-3 milyon penaberan dibêje derew in. Tişta ku Erdogan bi biryardarî dike ew e ku gelan ji xaka wan derxîne û demogarafiya herêmê biguherîne. Niha jî bi gef, êşkence û pêkanînên li dijî mirovahiyê mirovên li warê xwe ne neçar dihêlin ku biterikînin. Bi vî rengî hewl dide li qadên dagirkirî bingehekê ji bo çeteyên xwe ava bike."

LÊGERÎNA JI BO ÇARESERIYA BERIYA HATINA ZIVISTANÊ

Osê diyar kir ku ji bo bi sed hezaran mirovan bêyî hatina zivistanê hewl didin çareseriyekê peyda bikin û got, "Em niha ji bo şêniyên Girê Spî kampekê amade dikin. Di demeke kurt de wê amade be. Beriya hatina zivistanê em dixwazin mirovan kom bikin. Bi vî rengî hewldanek ji bo şêniyên Serêkaniyê jî heye. Xwedîderketina li mirovan û tedarikkirina pêwîstiyên wan bêguman wezîfeya Rêveberiya Xwesere, lê belê saziyên navneteweyî jî xwedî berpirsyariyane. Ev berpirsyarî jî ewe ku bikin ku şêniyên herêmê bi rengekî ewle li warê xwe vegerin. Divê bi temînata navneteweyî bikin ku dewleta Tirk û çeteyên wan xwe nêzî şêniyên herêmê nekin û zerarê nedin kesî. Divê li van herêman hêzên aliyekî nebe, dewleta Tirk jî aliyeke."

BENDEWARIYA RÊVEBERIYA XWESER

Alîkara Hevserokên Rêveberiya Xweser Emîne Osê bendewariyên xwe wiha anî ziman:

Ji ber sûcên şer û êrişên li dijî mirovahiyê yên ku dewleta Tirk û çeteyên wan kirine hesab bê pirsîn.

Li 'herêma ewle' ya bê avakirin divê dewleta Tirk û çeteyên wan nebin. Herêm divê di bin kontrola hêzeke navneteweyî de be.

Ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk û çeteyên wan divê qada hewayî bê qedexekirin.

HÊZEKE DAGIRKERE, WÊ BI HÊSANÎ NEMÎNE

Osê destnîşan kir ku dewleta Tirk şer didomîne û got, "Dewleta Tirk hêzeke dagirkere û xaka me dagir kiriye. Mirovên me yên li herêmên dagirkirî wê hebûna van çeteyan ti carî qebûl nekin. Wê her tim wan weke dagirkeran bibînin. Şêniyên ku qada wan hatiye dagirkirin wê nehêlin ku dagirker bi hêsanî li herêmê bimînin. Ji bo parastina rûmeta xwe 11 hezar şehîd û 22 hezar birîndarên me hene. Em ê li keda wan bibin xwedî."