Li Hesekê cenazeyê 6 şehîdên ‘Berxwedana Rûmetê’ hatin veşartin

Welatiyên Hesekê cenazeyê 6 şehîdên ‘Berxwedana Rûmetê’ li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê bi merasîmekê veşartin.

Bi hezaran welatiyên Hesekê cenazeyê şervanên QSD`ê Husên El-Husên (Lewend Hesekê), Lûey Mihemed (Gîvara Hesekê), Îyad Eyo (Birûsk Hesekê), Elî El-Seray (Mulazim Hesekê), Xidir Mihemed (Qeyser Hesekê), Ebdulrezaq Salih (Birûsk Hesekê)  ên di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.  Piştre li ser navê Hevserokatiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Bengîn Badînî û li ser navê hêzên leşkerî yên bajarê Hesekê Tolhildan Rojava û endama PYD`ê Ahîn Elî axivîn..

Qisekeran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û wiha gotin; “Ev şervanên qehreman di oxira azadî û rûmeta welat de şehîd bûne, em ê li ser rêya wan bimeşin û parastina xaka xwe û nirxên şehîdan bikin. Em ê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê rawestin û wan ji welatê xwe derxînin.‘‘

Piştî axaftinana nasnameyên şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Li aliyê din Meclîsa Malbatên şehîdan nasnameya şehîdên QSD‘ê Omer Ubêd (Xetab Hesekê) û Muhened Husên (Dilbirîn Dêrsim) û şervanê Hêzên Xweparastinê Mihemed Zihdî El-Umer eşkere kir ku di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn.

Girseya gel cenazeyê şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.