‘Divê dewleta Tirk ji xakên me derbikeve’

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk didome, balkişiand li ser hevkariya Tirkiyê ya bi DAÎŞ’ê re û bang li hêzên navnetewî û dewleta Sûriyeyê kir.

Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Abdulhamîd El Mîhabş û Bêrîvan Xalid têkildarî bûyerên dawî yên li herêmê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di civîna çapemeniyê de gelek endamên çapemeniyê beşdar bûn.

Daxuyanî ji aliyê Hevserok El Mîhbaş ve hate xwendin û ev tişt hate gotin;

‘DEWLETA TIRK HER ROJ ÊRÎŞ DIKE’

“Êrişên qirej û komkujîyên hovane yên dewleta dagirker a Tirkiyê û çeteyên faşîst li ser gelên Rojava û Bakurê Suriyê berdewam e. Gelên Rojava û Bakurê Surîyê ku di şerê dijî DAÎŞ’ê de bedelên herî giran dan, îro bi teşwîq û erêkirina dewleta Emerîka û Rusyayê di bin êrîş u komkujîyên hovane yên dewleta dagirker a TirkIyê û çeteyên faşist ên bermahIyên DAÎŞ û El  Nusrayê de ne û careke din her roj berdelên giran didin. Gundên wan, bajarên wan û warê wan tên xerakirin û bombekirin.

Rojane mafên mirovan tên binpêkirin û sucên şer pêk tên. Qetilkirina siyastmedar Hevrîn xelef, qetilkirina keşeyê Dêra Ermenîyên Katolik a Qamişlo Hovsep Petoyan û bavê wî, qetilkirina bi sedan jin û zarokan, bi karanîna çekên ku ji aliyê navnetewî ve hatine qedexekirin. Bêdeng û helwest diyar nekirina Emerîka û Rûsyayê, her Wiha di wexteke guhertina demografî û komkujîyên li ser gelên Rojava û Bakurê Suriyê pêk dihat de serlêdana Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Guterres meşruiyetê dide dewleta Tirkiyê û hîn zêdetir cesaretê dide faşistê sedsalê Erdogan. Sicila dewleta dagirker a Tirkiyê li Efrinê li ber çavan e. Bi sed hezaran gelê Kurd hatin koçberkirin û li şuna wan malbatên DAÎŞ’ê û Nusrayê yên artêşa sexte ya millî ya Sûriyê hatin bicihkirin. Bi sedan jin û zarokên Kurdên Efrînê hatin revandin, talan û dizî bê sînor pêk tê. Lê Neteweyên Yekbûyî û hêzên navnetewî li hemberî komkujî û guhertina demografîk ku li Efrînê li ser gelê Kurd pêk hat hîn jî bê deng in.

‘BAL HATE KIŞANDIN LI SER HEVKARIYA TIRKIYE Û DAÎŞ’Ê

Niha armanca faşistê sedsalê Erdogan û dewleta dagirker a Tirkiyê  ew e ku çeteyên faşist ên bermahiyên DAÎŞ’Ê û Nusrayê ku di bin sîwana dewleta Tikiyê de hatine perwerdekirin li Ser axa Rojava û Bakurê Surîyê teybet ji li Serêkaniyê û Girê Spî bi cih bike. Hemû dinya şahid e, yê ku DAÎŞ’Ê perwerde kiriye, bi rêxistin kiriye û derfet jê re ava kiriye dewleta dagirker a Tirkiye bi xwe ye. Ebû Bekir El-Baxdadî 5 km durî dewleta Tirkiyê li herêma Idlibê ya di bin çavdêriya Tirkiyê de hat kuştin, cîgirê wî Hesen El Muhacir li herema ku Erdogan digot li Sûriyê herêma herî bi ewle ku di bin dagirkeriya wî de ye li Cerablûsê hat kuştin, xwişka Bexdadî li Ezazê hat girtin, hevjîna Baxdadî hat gotin ku ji aliyê Tirkîyê ve sal û nîvek berê hatiyê girtin. Ruxmî hemû daneyên ku nîşan dide faşîstê sedsalé Erdoğan û dewleta dagirker a Tirkiyê şirîkê DAÎŞ’Ê û Nusrayê ne, dîsa jî bi çeteyên DAÎŞ’Ê û bi bi penaberan rojan e Ewropa û cihanê tehdît dike. Erdogan li Amerîkayê li ber çavên cîhanê di xwe de maf dît ku careke din nexşeya dakirkeriyê nîşanî herkesî bide, daxwaz û biryara xwe ya dagirkirina Rojava û Bakurê Sûriyê bîne ziman û daxwaza xwe ya qirkirina  gelan eşkere bike. Ev rûreşiyeke pir mezin bû ku ne dewleta Sûriyê bi xwe, ne jî li ser nirxên mirovahiyê û demokrasiyê yek kes jî bersiv neda gef û daxwazên faşist Erdogan. Li ser mijara koçberên li Tirkiyê polîtîka û stratejiyeke pir zana hatiyê meşandin. Dewleta Tirk bi zanabun deriyê xwe ji koçberan re vekir, ew bi rêxistin kir û li Tirkiyê bi cih kirin. Bi vî şêwazê bêpîvan û bêexlaq li ser mirovahiyê û teybet jî li ser Ewropayê weke gef û şantajekê bi kar tîne. Bangawaziya me ji hemû cihanê û mirovahiyê  ew e ku li hemberî qirkirina civaka Kurd, Ereb û Xiristiyan, êriş û dagirkeriya li ser Rojava û Bakuré Sûriyê û li dijî guhertina demografiya wê dengê xwe bilind bikin û li hemberî vê zilmê xwedî helwest bin.

‘HETA DAGIRKER DERNEKEVIN TU WATEYA AGIRBESTÊ NÎNE

Pir eşkere ye ku dewleta dagirker a Tirkiyê ji hevdîtina Trump û faşist Erdogan hêz girtiye. Erdogan li Waşingtonê jî bi rehetî di kare bêje ku ez ê milyonek penaber li Reqa û Dêrazorê bi cih bikim. Erdogan weke xelîfeyê Osmanî axa Rojava û Bakurê Surîyê weke milkê xwe û dewleta Sûriyê jî weke eyaletek Osmanî dibîne. Li şuna ku Trump bêje çi mafê te heye tu axa welatekî dagir dike, bi demografiya civaka dilîze, li ser gelê Kurd, Ereb û Xiristiyan komkujî û qirkirinê pêş dixîne, dibêje ku “Agirbest baş dimeşe û Kurd jî ji vê razî ne”. Beriya her tiştî ev ne rast e. Tu kes ji komkujî û dagirkirinê ne razî ye. Bi sed hezaran Kurd, Ereb û Xiristiyan wexta di bin tang, top û balafirên dewleta dagirker a Tirkiyê de tên qirkirin, bi zorê ji gund û bajarên xwe tên derxistin ew ê çawa razî bin ku kesên biyanî ku tu mafê wan tune ye were li gund û bajarên wan bê bi cih kirin. Heta ku dagirkerî bi dawî nebe, hêzên faşist û dewleta dagirker a Tirk ji axa me venekişe ne Kurd, ne Ereb, ne Xiristiyan ew ê tu caran ne razî bin û ji agirbestê ew ê ne keyfxweş bin.

BANG LI HÊZÊN NAVNETEWÎ HATE KIRIN KU LI BERAMBERÎ ÊRÎŞAN HELWEST NÎŞAN BIDIN

Niha zêdetir deh hezaran DAÎŞ’ê ên herî radîkal di zindanên li Rojava û Bakurê Sûriyê de girtî ne. Gelê Kurd, Ereb û Xiristiyan bi piştgiriya Koalisyona Navnetewî li dijî şerê DAÎŞ’Ê ê de bi deh hezaran bedel dan. Derveyî erêkirin û îradeya gelê Rojava û Bakurê Sûriyê bila tu kes xwe mafdar nebîne ku li ser girtiyên DAÎŞ’Ê plan û hesaban çêbikin. Eger ev komkujî û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser gelên me bi dawî nebe, divê bê zanîn ku esas xeteriya DAÎŞ’ê ya herî mezin ji vir şunde ew ê derkeve holê. Ji bo careke din DAÎŞ’ê li ser serê mirovahiyê nebe bela, ji ber êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li ser Rojava ji bo careke din DAÎŞ’ê zindî nebe bangewaziya me ev e ku di serî de Amerîka, Rûsya, Koalisyona Navnetewî, Yekîtiya Ewropayê, Yekîtiya Dewletên Ereban, Neteweyên Yekbûyî û dewleta Sûriyê li hemberî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk xwedî helwest bin ku rojek zutir hêzên dagirker ji ser axa me vekişin.

Ji bo vê em gelên Rojava û Bakurê Sûriyê Kurd, Ereb, Xiristiyan xwedî biryarin ku ji bo parastina axa xwe û rumeta xwe heta dawî em ê li ber xwe bidin, çi bedel pêwist be em jê nerevin û heta ku dagirkerî bi dawî nebe û ji ser axa me venekişe li Sûriyê jî îstîKrar ew ê hiç çênebe.

‘BANGA ÇARESERIYÊ LI DEWLETA SÛRIYEYÊ HATE KIRIN’

Bangewaziya me ji bo dewleta Sûriyê jî heye. Em hêvîdar in ku dewleta Sûriyê û Esad ziman û nêzîkatiyên çareserî pêş bixîne. Em weke gelên Rojava û Bakurê Sûriyê tu caran hedefek û armancek me ya perçekirina Surîyê çênebûye. Gotin û suçdariyên parçekirina Sûriyê ku ji bo me tê gotin ne rastin û rastiyê venabêje. Yên ku rê li ber parçekirina Sûriyê girtine em in. Ev 8 salin li hemberî hêzên dakirker, çeteyên DAÎŞ’Ê û Nusrayê me axa Surîyê û yekîtîya Surîyê parastiye. Ev serkeftin ji bo hemû gelên Sûriyê ser bilindiyek e. Çawa ku tu hesabên me li ser parçekirina Sûriyê tune, divê tu kes jî hesaban nekin ku Sûriyê weke 8 sal berê be. Ya herî rast qebûlkirina hevdû ye û li hemberî hevdû pêşxistina ziman û nêzîkatiyên çareseriyê ye. Ji bo Sûriyeke demokratîk ku hemû gel xwedî nasname û mafan bin çi erk û berpirsiyartî dikeve ser gelên Rojava û Bakurê Sûriyê em amade ne ku pêk bînin.”