Êzidiyên gundê Lizgê bi biryar in vegerin warê xwe
Êzidiyên gundê Lizgê yê navçeya Zirganê ya Serêkaniyê, ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk koçber bûn bi biryar in ku li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin û vegerin warê xwe.
Êzidiyên gundê Lizgê yê navçeya Zirganê ya Serêkaniyê, ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk koçber bûn bi biryar in ku li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin û vegerin warê xwe.
Dema ku dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe di 9'ê Cotmehê de êriş birin ser Serêkaniyê û Girê Spî, yek ji hedefên wan ên sereke civaka Êzidî bû.
Li herêma Serêkaniyê gelek gundên Êzidiyan, Ermen û Asûran hene.
Ji ber bombardûmana bi balafirên şer û kiryarên hovane yên dewleta Tirk gelek ji wan gundan vala bûn.
Yek ji wan jî gundê Lizgê yê navçeya Zirganê ye.
Xidirê Xabûr ku ji gundê Lizgê ye anî ziman, ku dewleta Tirk mîna Efrînê bi bombardûmaneke giran êrişî wan kirin.
Xabûr diyar kir ku li gundê wan çend malbatên Ermen jî hebûn û li gel hemû pêkhateyan ew di nava aştî û aramiyê de bûn.
Xidirê Xabûr destnîşan kir ku dewleta Tirk jiyana wan xerimand û ji ber êrişên bêrehm ew jî neçar man ji gundê xwe koç bikin.
Xabûr ragihand ku ew bi hêzên xwe yên parastinê bi QSD, YPG û YPJ'ê piştrast in û destnîşan kir, ku wê xaka xwe ji dagirkeran re nehêlin.
Xabûr anî ziman ku ew dagirkeriyê qebûl nakin û heta dilopek xwîn di canê wan de hebe wê ji bo vegera li warê xwe li ber xwe bidin.