Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bersiva daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê ya di derbarê helwesta Rêveberiya Xweser a beşdarbûna nava diyalogên de da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Rêveberiya Xweser hîna diyalogan esas digire.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
"Me daxuyaniyên Wezareta Derve ya Federasyona Rûsyayê yên derbarê mijarên diyalogan û çareseriya siyasî ji bo Sûriyê de şopandin. Bi taybet daxuyaniyên girêdayî rol û helwesta Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û axaftina birêz Seregî Lavrov ên di duyemîn panêla Aştiyê ya 12‘ê Mijdarê li Parîsê de. Di daxuyaniyên wan de hatibû gotin ku divê helwesta Rêveberiya Xweser a ji bo beşdarbûna nava diyalogên siyasî yên di derbarê Sûriyê de zelal be û mûzakeriyên bi rejîmê re piştî biryara Emerîkayê ya hiştina hêzên xwe li herêmê paşde ketin.
Diyar û zelal e, ku Rêveberiya Xweser ji berê ve û heta niha diyalogan esas digire, ev helwest di her qadan de xist pratîkê û pêk anî. Dewleta Rûsyaya Federal ji detayên vê yekê agahdar e. Rêveberiya Xwese ji beriya salekê ve nexşeya çareseriyê ya ku amade kiribû û îsrara xwe ya girîngiya çareserî û diyalogan diyar kiribû, pêşkêşê aliyê Rûsî kir.
Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast dikin ku xebatên ji bo çareseriya siyasî hene, lê heta di aliyê pratîkî de tiştek pêk nehatiye û astengiyên li pêşiyê wê derdikevin nehatin nîqaşkirin. Tişta hêyî di aliyê pratîkî de mijara leşkerî ye. Serkeftina her prosesekê girêdayî du aliyên sereke,yek cidiyeta helwestê ye, di vî aliyê de Rêveberiya Xweser helwesta xwe diyar kiriye ku amade ye bi Şamê re diyalogan bike. Duyemîn jî rol û xebata hêzên aktîv û girîng di Sûriyê de ser serî de rola Rûsya.
Em hîna bi diyalogan bawer in û ji her xebatekê ku xizmetê gelê Sûriyê bike û pêşerojeke demokratîk misoger bike, amade ne diyalogan bikin, em li benda gavên pratîkî yên aliyên din in.
Careke din em diyar dikin ku helwesta me zelal e û bi helwest û pêşketinên li ser erdê rû didin nayê guhertin. Hebûna Emerîka û vegera wê girêdayî gelek aktoran û hîsabên navdewletî û ti carî naveke çarçoveya xebata me ya ber bi diyalogan ve. Helwesta me ji berpirsyariya me ya niştimanî û biryara gelê me.
Li ser vê yekê, divê dewletên aktîv ên bi diyalogên der barê rewşa Sûriyê de bawer in destekê bibin vê helwestê û pêş bixin. Di vê pêvajoyê de hecedariya me bi desteka diyalogan û lihevkirineke Sûrî heye da ku Sûriyê ber bi şer û fitenyên navxweyî û projeyên parçebûnê ve neçe û rêxistinên terorîst ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve vengerin, ku rojane xwîna sûriyan dirijînin û gund û milkan wêran dikin da ku berjewendiyên xwe pêk bînin."