QSD’ê encamên 24 saetên dawî ragihand

QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên 24 saetên dawî ragihand. QSD’ê ragihan ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser deverên derveyî peymanê didomînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê encamên 24 saetên dawî eşkere kir.

QSD’ê ev agahî parve kir : « Artêşa dagirker û komên çete li seraserê xeta eniyê û herêmên sîvîl êrîşên xwe tên dagirkeriyê domandin û hewl dan qadên li derveyî rêkeftinan dagir bikin. Bi vê armancê artêşa dagirker li herêmê bi balafirên bê mirov bombebaran pêk anîn û herwiha qadê dan ber top û tankan.

TİL TEMİR

Artêşa dagirker bi armanca dagirkirina gundên Dawûdiyê û Êrîşa bi balafirên bê mirov û çekên giran êrîş birin ser van herêman. Artêşa dagirker bi hejmarek zêde çeteyên xwe, di bin piştevaniya belafriên bê mirov de êrîş birin ser herêmên sîvîl. Di encam de di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî a Suryanî û komên çete de şerê giran qewimîn û di encam de komek ji şervanên Meclîsa Leşkerî a Suryanî şehîd ketin û brîndar bûn.

Artêşa dagirker li gundê Êrîşa bi balafirn bê mirov êrîş birin ser herêmên sîvîl. Dîsa li gundên Ebûş û Dawûdiyê artêşa dagirker bi tank, top û balafirên bê mirov êrîşên giran lidar xistin.

Artêşa dagirker her wekî din bi armanca dagirkirina qadên nû yên li derdora Eyn Îsa û rêka navdewletî ya M4, bi balafirên bê mirov, tank û topan gundewarên vê herêmê bê navber topbaran kir. Komên çete bi êrîşên xwe hewl didin gundên li vê herêmê ji şêniyên wê vala bikin, van gundan dagir bikin, malbat û alîgirên xwe yên ji herêmên din yên Sûrî lê bi cih bikin.

Di encama êrîşên artêşa dagirker li ser çeperên hêzên Meclîsa Leşkerî a Suryanî ku di qadên derveyî rêkeftinê ne, 2 şervanên me şehîd ketin, 6 jî brîndar bûn.”