Şehîdên Berxwedana Rûmetê spartin axê

Li Dêrikê 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet û tevlîbûna hezaran kesî li Goristan Şehîd Xebat Dêrik spatin axê.

Bi hezaran cenazeyên şervanên QSD‘ê Ednan Bîlen (Şernas), Seed El-Abdullah (Baz Tirbespiyê) û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Nûkar Mîraz ji nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê wergirtin û bi kerwanekî ji dehan wesayîtan ber bi goristana Şehîd Xebat ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî û gel destpê kir. Piştre endamê Komîteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl axivî. Xelîl sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Projeya me hevpar e, ji ber wê em hemû têne hedefkirin. Dijminahiya Tirkan a herêmê ne tene Kurdan an jî netewekeykê yan jî olekê tenê nake hedef, lê belê hemû pêkhateyan, jiyana hevbeş, biratiya gelan û yekîtiya gelan dike hedef. Kombûna hemû pêkhateyan nameyek ji dagirkeran re ye.”

Xelîl anî ziman ku armanca hêzên dagirker parçekirina Sûriyê ye, koçberkirina gelê resen ê herêmê ye, qirkirina etnîkî û guhertina demografîk e û got: "Em ê bi hemû rêbazan li hemberî hemû komployan bisekinin."

Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîdan Selîm Mihemed (Mîtan Dêrik), Qasim Xelef (Baran Çilaxa) û Xelîl Osê (Çekdar Dêrik) eşkere kirin û nasnameyên wan dane malbatan.

Malbatên şehîdan soza şopandina rêya şehîdan dan.

Cenazeyên şehîd Şernas û Nûkar di nava tilîliyên dayikan û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re li goristana Şehîd Xebat spartin axê.

Cenazeyê şehîd Seed El-Abdullah ber bi Tirbespiyê ve hate rêkirin da ku li goristana Şehîd Dilşêr were spartin.