Odeya Bazirganan a Hesekê: Em berhemên Tirkiyeyê boykot dikin
Odeya Bazirganan a Hesekê ragihand ku li dijî êrîşên dagirkeriyê berhemên Tirkiyeyê boykot dikin.
Odeya Bazirganan a Hesekê ragihand ku li dijî êrîşên dagirkeriyê berhemên Tirkiyeyê boykot dikin.
Odeya Bazirganan a Hesekê derbarê boykotkirina kelûpelên Tirkiyê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de bi dehan bazirganên bajêr amade bûn.
Daxuyanî li sûka El-Hal a li taxa Mişêrfê ji aliyê hevserokê Odeya Bazirganan a Kantona Hesekê Omer Ebdî ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di demekê de ku êrîşên Tirkiyê ji bo têkbirina ezmûna me ya demokratîk û dagirkirina xaka me û kuştina gelê me didomin, dengên boykotkirina kelûpelên Tirkiyê bilind bû. Divê em hemû rastiyê bizanin ku pereyên pir ku li şûna wê ev kel û pel bi kar tên, ji aboriya Tirkiyê re dibe alîkar.
Em wek odeya baziganan a Hesekê ji gelê xwe re dibêjin ku em bi hev re vê pêngavê bi hêz bikin û dagirkeriya Tirkiyê têk bibin."
Di dawiyê de bazirganan hin kelûpelên Tirkiyê yên li gel xwe şewitandin.