Êrîşî gundên Asûr û Siryanan tê kirin

Êrîşên li ser gundên Asûr û Siryanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan roja Çarşemê bi Serokê DYE’yê Donald Trûmp re civiyabû û îddîa kiribû ku ew mafê Xirîstiyanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘diparêze.’ Lê bomberdûmana li ser gelên Xirîstiyan didome.

Zarokên malbatên Ermen, Asûr, Siryan û Keldan ên di dema Qirkirina Ermenan û Qetlîama Seyfo de ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê koç kiribûn, ji xwe re li kêleka Çemê Xabûrê gund ava kiribûn.  Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser gundan didomîne.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên El Kaîde, DAÎŞ û El Nusra yên girêdayî wê ji duh ve gundên Til Tawîl, Mezra Gebro, Qasimiyê, Rihaniyê, Reşîdiyê, Um el Xêr û Erbaînê dike hedef.

Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bajarê Til Temirê dagir bike. Hêzên dagirker ji rojhilatê bajêr heta xeta Zirganê êrîşên xwe didomîne. Ji xeta Alîya heta bakurê bajêr li ser gundên Erbaîn, Erîşa, Sukir Hemra, Um el Xêr, Dawudiyê, Ezîziyê, Um El Xêr, Qasimiyê , Rihaniyê û Reşîdiyê heta xeta Dirdara êrîş li ser gundan hene.

Dewleta Tirk a dagirker li gundên Qasimiyê, Reşîdiyê û Rihaniyê malên gel talan dikin û alavên bi qîmet didizin.

HÊZÊN ASÛR Û SIRYAN LI BER XWE DIDIN

Meclîsa Leşkerî ya Siryanan û Parêzvanên Xabûrê li hemberî dagirkeriyê li ber xwe didin. Ji 13’ê Mijdarê heta niha 5 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Siryanan şehîd bûn û 3 şervan jî dîl hatine girtin.