ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li gundê Mişêrifê ya Eyn Îsa şerê dijwar diqewime
Li gundê Mişêrifê ya Eyn Îsayê di navbera QSD’ê û çeteyan de şerekî dijwar diqewime. -
Minbic hate bombe kirin, li Til Temir û Zirganê tevger
Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundê Toxar a dikeve bakurê rojhilatê Minbicê barand, li herêmên nêzî eniyên şer ên Til Temir û Zirganê jî tevgera heye. -
Welatiyên Eyn Îsayê bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan
Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Girê Spî bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya raya navneteweyî ya li hemberî êrîşan, li navçeya Eyn Îsayê kon veda. -
Di êrişa dagirkeran de li Eyn Îsayê 2 sivîl birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê meheke êrişên xwe yên li ser Eyn Îsa û gundên wê giran kirine. Vê sibehê êriş birin ser gundên Mişêrfê û Çelbê. Di encama êrişê de 2 sivîl birîndar bûn. -
Dewleta Tirk a dagirker rojhilatê Eyn Îsayê bombe dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojhilatê Eyn Îsayê bombe dike. -
Fermandarê QSD'ê: Me êrişa dagirkeriyê têk bir
Ji fermandarên QSD'ê Azîz Xerbîsan diyar kir ku wan êrişa dagirkeriyê têk birine û got, "Balafirên şer ên çeteyan bombeyan li cih û warê sivîlan dibarînin." -
Omer: Rûsya dixwaze Eyn Îsa radestî hikumeta Şamê bê kirin
Hevseroka MSD'ê Emîne Omer got, "Rûsya zextê li QSD'ê dike ji bo Eyn Îsa radestî hikumeta Şamê bike." -
Li Cenevreyê lîstika Tirkiye-Rûsyayê!
Rûsya û Tirkiye ku ji sala 2016'an ve hewl didin li gorî berjewendiyên Sûriyeyê dîzayn bikin, di hevdîtinên Komîteya Destûra Bingehîn de li dora biryara 2254 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî digerin û hewl didin Cenevreyê bêbandor bikin. -
Li gundê Mişêrfê yê Eyn Îsayê şer giran e
Li gundê Mişêrfê ku bi 2 kîlometreyan li rojhilatê Eyn Îsayê ye, di navbera şervanên QSD'ê û dewleta Tirk û çeteyên wê de şerekî giran diqewime. -
Li ser rêya Eyn Îsa û M4'ê şer
Gundê Mişêrfê yê Eyn Îsa ji hêla dagirkeran ve tê bombekirin, li dora gundê Seyda û li ser rêya M4'ê şer giran e. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ferhat Efrîn spartin axê
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ferhat Efrîn ê di encama krîza dil de şehîd bûbû, li Helebê bi merasîmekê spartin axê. -
QSD: Bi ti awayî me êrîşî pêşmergeyan nekiriye
Fermandariya Giştî ya QSD’ê ragihand ku bi hêzên PDK’ê re ne ketiye nava ti şerî, çapemeniya PDK’ê derewand. -
Li Şehbayê cenazeyên 2 şehîdan hate veşartin
Li herêma Şehbayê, cenazeyên 2 şehîdên qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê bi merasîmekê hate veşartin. -
HRE'yê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 hevrêyên wan roja 15'ê Kanûnê li Efrînê di şerê dijî leşkerên Tirk ên dagirker de şehîd bûne û ew bi bîr anîn. -
YPG'ê hevrêyê xwe Ferhad Efrîn bi bîr anî
YPG'ê, şervanê xwe Ferhad Efrîn ê 16'ê Kanûnê li Helebê ji ber krîza dil şehîd bû, bi bîr anî. -
YPG: Dev ji sûcdarkirinê û provokasyonan berdin
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku hêzên wan êrîşî baregehên pêşmergeyan nekirine û bang li rayedarên Başûr kir ku dev ji sûcdarkirin û provokasyonan berdin. -
Li Idlibê vedikişe, li Eyn Îsayê êriş dike, li Cenevreyê paşve gavê diavêje
Dewleta Tirk ku li Idlibê nuqteya dawî ya çavdêriyê ya dorpêçkirî vala kir, ji bo Eyn Îsayê dagir bike bi Rûsyayê re dest bi hevdîtinên fermî kir. Dewleta Tirk li Cenevreyê jî li daxwazên siyasî yên muxalefetê bazarê dike. -
Dewleta Tirk li Girê Spî 7 kes revandin
Rejîma Tirk li Girê Spî ya dagir kiribû, 7 kes revandin. -
PDK hêz û çekên giran li ser sînorê Rojava bi cih dike
PDK ber bi sînorê Rojava ve sewqiyateke giran a leşkerî dike. Gelek çekên giran li ser sînor hatine bicihkirin. -
Hemdan El Ebîd: Li ber çavê cîhanê avê li ser gel dibirin
Hevserokê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Heman El Ebîd got, piştî têkçûna siyaseta dagirker a Tirk niha av kiriye amûrek û avê li ser gel qut dike. -
YPG'ê îdîayên Wezareta Pêşmergeyan li derewê qeliband
YPG'ê îdîayên Serbest Lezgîn ê PDK'î li derewê qeliband ku Lezgîn gotibû "YPG'ê êrişî pêşmergeyan kiriye." -
Li Rêya M4'an hewldana dagirkeriyê
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe hewl dan Rêya Bejahî ya M4 dagir bikin. -
Emîne Osê: Êrişên dewleta Tirk plankirî ne
Alîkara Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsayê cidî ne, plankirî ne û bi destûra Rûsyayê tên kirin. -
PYNK’ê bang li rêveber û parlementoya Başûr kir ku bi rola xwe rabin
PYNK’ê li ser êrîşa PDK’ê ya li ser gerîla ku 3 gerîla birîndar bûn daxuyaniyek da û got: "Em banga li hemû gelê xwe yê Başûr û hêzên siyasî, neteweyî bi taybet parlamentoya Kurdistanê dikin ku bi rola xwe ya neteweyî li dijî şerê navxweyî rabe.” -
Ciwanên Efrînê êrîşên PDK’ê li ser gerîla şermezarkirin
Tevgera Ciwanên şoreşger ya Herêma Efrînê li Şehbayê êrîşên PDK’Ê li ser qadên gerîla bi meşekê şermezarkirin.