ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Ciwanên Efrînê ji bo Şengalê bi meşaleyan meşiyan
Ciwanên Şoreşger ên Efrînê li Kampa Serdem ji bo Şengalê bi meşaleyan meşiyan. -
Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qadan bûn
Ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinê Kongreya Star û rêxistinên jinan li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qadan bûn. -
Dewleta Tirk cenazeyên çeteyên xwe di bin çavdêriya QSD'ê de bir
Cenazeyên 18 çete û leşkerên ku li gundê Mielekê yê Eyn Îsayê hatin kuştin, îro di bin çavdêriya hêzên QSD'ê de ji herêmê hatin birin. -
TKŞ: Ji bo Şengalê li her derê rabin ser piyan
Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) li dijî sewqiyata 10 hezar leşkerî ya ji bo Şengalê bang kir ku li her derê rabin ser piyan. -
Sûcên şer ên dewleta Tirk a li Efrînê didomin
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 3 jê jin bi giştî 4 kes revandin. -
Êzîdiyên Efrînê ji bo Şengalê meşiyan
Rêveberiya xweser a Herêma Efrînê ji bo destek dayîna gelê Şengalê bi Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê re bi tevlîbûna endamên sazî û meclîsan li Kampa Berxwedan meşiyan. -
Li Efrînê teqîn
Li Qada Kawa ya Efrînê teqînek çêbû. Hate zanîn ku di encama teqînê de gelek mirî û birîndar hene. -
QSD: Di şerê li Eyn îsa de serçete jî di nav de 18 çete hatine kuştin
QSD’ê têkildarî êrîşa çeteyên girêdayî dewleta Tirk a li ser gundê Malikiyê ya Eynîsayê daxuyaniyek da û ragihand ku di êrîşê de çeteyê bi navê Îsmalî El Aydo jî di nav de bi kêmanî 18 çete hatin kuştin. -
Li Babê wesayita bombebarkirî teqiya
Li bajarê Babê yê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, wesayiteke bombebarkirî teqiya. Di encamê de gelek kes mirin, gelek jî birîndar bûn. -
Li Eyn Îsayê serçeteyek hate kuştin
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe doh êriş bir ser bakurê Eyn Îsayê û şervanên QSD'ê jî bersiv dan êrişê. Di şer de serçeteyê bi navê Îsmaîl Eydo hate kuştin. -
Li gundê Mielek ê Eyn Îsayê şerekî giran heye
Li gundê Mielek ê Eyn Îsayê di navbera çeteyên dewleta Tirk û şervanên QSD’ê de şerekî giran heye. -
Di şerê Eyn Îsayê de gelek çete hatin kuştin
Dewleta Tirk û çeteyên wê bi şev saet di 01.00’an de êrîşî Eyn Îsayê kirin. Li vê derê di navbera hêzên dagirker û hêzên QSD’ê şer çêbû û gelek çete hatin kuştin. -
Li Eyn Îsayê şerekî giran diqewime
Li Eyn Îsa û derdora wê, ji ber êrişa bi çekên giran a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, şerekî giran diqewime. -
Dewleta Tirk li Efrînê 3 sivîl revandin
Dewleta Tirk li navçeya Mabata ya Efrînê ku ji sala 2018’an ve di bin dagirkeriya wê de ye 3 sivîlên din revandin. -
Cenazeyê şehîd Silêman li Qamişloyê bi merasîmekê spartin axê
Bi merasîmeke li Qamişloyê cenazeyê Hesen Silêman ê di êrîşa hawayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê şehîd bûbû li Goristana Şehîd Delîl Saroxan spart axê. -
3 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li nêzî sînorê Iraqê 3 çeteyên DAÎŞ’ê yên çek û teqemenî li gel girtin. -
Şervanê YPG’ê Elî El-Şêx li Kobanê hate veşartin
Şervanê YPG’ê Elî El-Şêx ê ku li ser peywirê ji ber krîza dil şehîd bû, hate veşartin. -
Li Efrînê teqîn
Li Efrînê ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, motorbisiklêtek teqiya û herî kêm 3 kes birîndar bûn. -
Hejmara birîndarên li Eyn Îsayê bû 3 kes
Hejmara mirovên ku ji ber bombardûmana dewleta Tirk a li ser navçeya Eyn Îsayê birîndar bûn bû 3 kes. Yek ji birîndaran zarokekî 3 salî ye. -
Dagirkeran rêya M4 û Eyn Îsa bombebaran kirin: 2 sivîl birîndar bûn
Di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker de ya li ser rêya navneteweyî ya M4 û navçeya Eyn Îsayê, 2 sivîl birîndar bûn. -
QSD: Li Dêra Zorê 5 çete hatin girtin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku li gundên El Herce û El Ezbayê yên Dêra Zorê di operasyonê de 5 çete hatine girtin û cebilxaneya çeteyan hatiye desteserkirin. -
Li 4 bajarên Bakurê Sûriyeyê qedexeya derketina derve
Rêveberiya Xweser li gorî pêşniyara Maseya Krîzê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo 10 rojan qedexeya derketina derve li Hesekê, Qamişlo, Reqa û Tebqayê ragihand. -
Di navbera hikûmeta Şamê û çeteyên Tirk de şer qewimî
Li Idlibê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên Tirk de şer derket. Hate ragihandin ku di şer de ji her du aliyan kuştî û birîndar hene. -
Şera, Şehba û Til Rifat hatin bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Şera ya Efrîn, herêma Şehba û Til Rifat bombe kirin. -
YAT’ê 4 kesên têkiliya wan bi DAÎŞ'ê û rejîma Sûriyeyê re hebûn girtin
YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama operasyona 19’ê Mijdarê ya YAT’ê ya li Hesekê de 4 kesên ku têkiliya wan bi çeteyên DAÎŞ’ê û rejîma Sûriyeyê re hebûn hatine girtin.