ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Zirganê ji ber mayîna Tirkiyeyê 2 kes birîndar bûn
Li herêma Zirganê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mayieneke dewleta Tirk teqiya û du ciwan birîndar bûn. -
Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 3 sivîlên din revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 kesên li gundê Bedîna ya naveya Reco ya Efrînê revandin ji malbatan daxwaz kirin ji bo berdanê divê pere bidin. -
Foza Yûsif: ENKS bi daxwazên nikarin werin qebûlkirin, tê
Endama Konseya Hevseroktiya PYD'ê Foza Yûsif got hevdîtinên ji bo yekrêziyê yên li Rojava xitimîne, ENKS bi kujerên Kurdan re wêneyan digire, ''xetên sor binpê dike'' û ''şertên ku nikarin bên qebûlkirin ferz dike.'' -
Dagirkeran Minbic û Eyn Îsa bombe kirin
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Minbic û Eyn Îsayê kirin. -
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî 7 kes revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê avêtin ser bajarok û gundên kantona Girê Spî û 7 kes revandin. -
HRE'yê li Şêrawayê li dagirkeran da: 5 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê li gundê Basûtê yê n avçeya Şêrawa ya Efrînê li dagirkeran dan. Di çalakiyê de 5 çete hatin kuştin û 4 wesayitên çeteyan hatin rûxandin. -
Dewleta Tirk li Idlibê navendek nû ava dike
Dewleta Tirk li herêma Kensafra ya Idlibê dest bi avakirina baregehek nû kiriye. -
Welatiyên Qamişlo ji bo Şengalê meşiyan
Xelkê Tirbespiyê û Girkê Legê yên girêdayî Qamişloyê li dijî ‘Peymana Şengalê’ meşiyan. -
Dagirkeran gundên Şerayê dan ber topan
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gundên Meranaz û Alqemiyê yên navçeya Şera ya Efrînê dan ber topan. -
241 leşkerên Tirk şandin Babê
241 leşkerên tevgera taybet ên Tirk ên li Semsûrê şandin bajarê Babê yê Sûriyeyê. -
Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê gelek sivîl revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, sûcên li hemberî sivîlan bênavber didomînin. Çeteyên Tirk li Efrînê gelek sivîl revandin ku zarok jî di nav de hene. -
Eyn Îsa û Şehba tê bomberdûmankirin
Dewleta Tirk a dagirker bomberdûmana li ser Eyn Îsayê didomîne û êrîşî Şehbayê jî kir. -
Gundekî Efrînê di bin gefa komkujiyê de ye
Dewleta Tirk a dagirker gundê Firêriyê yê girêdayî Cindirêsa Efrînê xiste dorpêçê. Şêniyên gund ji di bin gefa komkujiyê de ne. -
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Eyn Îsayê kir
Gundê Mûelek ê girêdayî Eyn Îsayê û rêya M4 ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate bombekirin. -
Li Kobanê bi hezaran kes ji bo Şengalê meşiyan
Peymana li ser Şengalê ya ku ji aliyê PDK û hikumeta Iraqê hatibû kirin, li Kobanê hate protestokirin. -
QSD: Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Eyn Îsa û Girê Spî didin
Navenda Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê diyar kir ku di demên dawîn de li ser xeta Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêde bûne. -
Li Til Birakê êrîşên li ser Şengalê hate protestokirin
Li bajarê Til Birakê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku peymana di navbera Bexda û PDK’ê ya li ser Şengalê tê wateya qetlîama ku DAÎŞ’ê li civaka Êzidî kiribû. -
Li Efrînê çeteyan sûcekî din li dijî mirovahiyê kir
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Şêxo diyar kir, ku kuştina zarok û extiyarekî li gundê Kîmarê yê Şêrawayê bi fermana îstîxbarata dewleta Tirk hatiye kirin. -
Çeteyan li Efrînê kesek kuştin û piştre organên wî dizîn
Li gundê Kurzêlê, kesek ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan ve hate kuştin û piştre organên wî hatin dizîn. Çeteyên dewleta Tirk li navçeya Cindirêsê ya Efrînê çar kes revandin. -
Li Girê Spî çeteyan li hev dan: Sivîlek hate kuştin
Li Girê Spî ya dagirkirî di navbera dewleta Tirk û çeteyên wê de şer çêbû. Hate diyarkirin ku di şer de sivîlek hatiye kuştin. -
Di êrîşa li ser Eyn Îsayê de 2 jê zarok 4 sivîl birîndar bûn
Di bomberdûmana dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser navenda Eyn Îsayê de, 2 jê zarok 4 sivîl birîndar bûn. -
Dagirkeran bombe li Eyn Îsa barandin
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran bombe li Eyn Îsa barandin. -
Li Efrînê zarokek bi hovane hate qetilkirin
Li Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye zaroke û kalemêrek bi hovane hatin qetilkirin. Sivîlek jî birîndar bûn. -
Dewleta Tirk êrîşî Eyn Îsa û Girê Spî kir
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Eyn Îsa, derdorî wê û gundekî yê Girê Spî kirin. -
Li Eyn Îsayê ji ber teqîna mayinê 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
Li nêzî gundê Ebû Sira yê Eyn Îsayê ji ber teqîna mayinê 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 2 zarok jî birîndar bûn.