ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Kobanê dom dike
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Kobanê bi armanca destekdayîna berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyên PKK’î û PAJK’ê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin, dom dike. -
Cenazeyê Şehîd Beşar Ehmed veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Beşar Ehmed li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a Qamişloyê bi merasîmekê veşartin. -
HRE: Hevrêyê me Gîvara Efrîn şehîd bû
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanê wan Gîvara Efrîn di 2'ê Çileyê de şehîd bûye. -
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Beşar Ehmed şehîd bû
Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rgaihand ku endamê wan Beşar Ehmed di encama qezaya trafîkê de şehîd bû. -
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Hewldana êrîşa çeteyan hate şikandin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kirin ku wan hewldana êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li gundê Hoşeriyê ya bakûrê bajar şikandine. -
Gelê Minbîcê şehîdê xwe veşart
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê Îbrahîm Xelîl û Cemal Elo bi merasîmekê li li goristana şehîdan hatin veşartin. -
Li Şehbayê ji bo Şehîd Dîdar Ocalan merasîm hate lidarxistin
Merasîma Şehîd Dîdar Ocalan li gundê Til Sûsinê ya Herêma Şehbayê bi tevlîbûna gelê li herêmê hate çêkirin. -
Li Efrînê di sê salan de 674 kesên sivîl hatin kuştin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku ji sala 2018’an dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê Efrînê dagir kirine, heta niha 674 kesên sivîl hatine kuştin û 7343 sivîl jî hatine revandin. -
Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsa 2 sivîl birîndar kir
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî derdora navenda navçeya Eyn Îsayê kir û 2 sivîl birîndar bûn. -
Dagirker bombeyan li Eyn Îsayê dibarînin
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bombardûmaneke giran li Eyn Îsayê dike. -
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li Kobanê grev birçîbûnê dest pê kir
Ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirine, li Kantona Kobanê greva birçîbûnê ya dorveger a ji bo 7 rojan dest pê kir. -
Li dijî bazara mazotê ya Cerablûsê êrîşeke hewayî hate kirin
Hate diyarkirin li Cerablûsê ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, bi firfiroka hewayî ya bêmirov û çekdar li bazara wê ya mazotê hatiye xistin. -
Di teqîna li Hesekê de 2 kes mirin, 20 kes birîndar bûn
Di teqîna li sûka navendî ya li ser Cadeya Filistîn a bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Suriyê de, yek jê zarok du sivîlan jiyana xwe ji dest da û bi kêmanî 20 kes jî birîndar bûn. -
Li Cindirêsê teqîn
Li navçeya Cindirês a Efrînê, di encama teqîna wesayîta bombebarkirî de mirî û birîndar hene. -
Şehîd Şehba li Kobanê hate veşartin
Şervanê QSD’ê Diyar Şehba yê ku şehîd bûbû li Goristana Dîcle ya Kobanê hate veşartin. -
Dagirker êrîşî Şehbayê dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê a niha êrîşî gundên Kantona Şehbayê dikin. -
Li Serêkaniyê teqîn: 5 kes mirin
Li Serêkaniyê ya ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kiriye, di wesayîtekê de bombeyek teqiya. Li gorî agahiyên pêşîn 5 kes mirin. -
Di nava hêzên rejîma Sûriyeyê de şer: 2 kes mirin
Di şerê navxweyî ya rejîma Şamê li Hesekê de 1 jê zarok 2 sivîl mirin. -
Îlham Ehmed: Di sala nû de dawîkirina dagirkeriyê armanca me ya esasî ye
Îlham Ehmed a destnîşan kir ku wê herêmên Xweseriya Demokratîk wê li Sûriyeyê bibe navendên demokratîk ên gihayî hev û got: “Di sala nû de yek ji armancên me yên herî esasî dawîkirina dagirkeriyê û têkoşîna xweparastinê li cîhanê dana bihîstine.” -
Li Babê di wesayîtek a artêşa Tirk de teqînek çêbû
Li Babê di kamyonek a artêşa Tirk a dagirker de mayînek teqiya. -
QSD: Şaneya amadekariyê êrîşên serê salê dikirin hatin girtin
QSD’ê bi operasyoneke taybet şaneya çeteyên DAÎŞ’ê ya amadekarî dikir ku serê salê êrîşan pêk bînin girtine. -
Dagirker bombardûmaneke giran li Kampa Eyn Îsa û derdora wê dikin
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bombardûmaneke giran li Kampa Eyn Îsayê, gundê Muelekê û rêya bejahî ya M4 dikin. -
HRE'yê bîlançoya sala 2020'î eşkere kir
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bîlançoya çalakiyên li Efrînê yên li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê, 265 çete û leşkerên Tirk hatin kuştin. -
Newroz Ehmed: Em hîn bi xurtî û bi biryar dest bi sala 2021'ê dikin
Fermandara Giştî ya YPJ'ê Newroz Ehmed destnîşan kir ku ji aliyê siyasî û leşkerî ve ew bi hêzeke xurtir, bi biryardarî û îradeyeke qewîntir dest bi sala 2021'ê dikin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed Dexîl spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed Dexîl ê li Dêra Zorê li ser erka xwe şehîd bûbû, li navçeya Şedad a Kantona Hesekê bi merasîmekê spartin axê.