ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
19 partiyên Kurd li ser bûyera Xelîfan daxuyanî dan
Partiyên siyasî yên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşa çekdarên PDK’ê ya li Xelîfanê li ser gerîla daxuyaniyek hevpar da, daxwaz ji PDK’ê kir ku ji malbatên gerîlayên şehîd kirine lêborînê bixwaze. -
Welatiyên Girkê Legê û gaziyan çalakiya kon dewir girtin
Çalakiya kon a ji aliyê Malbatên Şehîdan a Cizîrê li Deriyê Sînor ê Sêmalkan hatibû danîn, di roja 3’emîn de ji aliyê Girkê Legiyan û gaziyan ve hate dewirgirtin. -
Cenazeyê şehîd Nayif El-Hisên veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Nayif El-Hisên li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi tevlîbûna sedan şêniyên Qamişlo bi merasîmekê veşartin. -
Malbatên Şehîdan a Efrînê: Li dijî xiyaneta PDK’ê derkevin
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê xiyaneta PDK’ê ya li ser gelê Kurd şermezar kir û bang li her kesê kir ku li dijî xiyanetê derkevin. -
Ciwanên Reqayê bang kir ku li dijî xiyanetê serî rakin
Tevgea Ciwanên Şoreşger a Sûriye û Yekîtiya Jinên Ciwan êrîşên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdisatanê şermezar kirin û piştevaniya xwe ya ji bo Şengalê nîşandan. -
Dagirkeran Til Temir û Şehba bomberdûman kirin
Dewleta Tirk a dagirker gundên Til Temir û Şehbayê careke din bomberdûman kirin. -
Li Dêra Zorê mayin teqiya
Li gundê Zîxêr Şamiyê yê Dêra Zorê ku di bin kontrola hikumeta Şamê de ye, ji ber teqîna mayinekê gelek kes birîndar bûn. -
Hewldana PDK’ê ya li Şengalê li Şehba hate protestokirin
Efrîniyên ku hewldana PDK’ê ya ketina Şengalê protesto kirin, diyar kirin ku li gel gelê Şengalê ne. -
Artêşa Tirk gundê Asûrî ya Til Temirê bombe kir
Artêşa Tirk a dagirker gundê Til Şenan a Til Temirê ku Asûrî lê dijîn, bombe kir. -
Dagirkeran êriş birin ser Şêrawa û Til Temirê
Dewleta Tirk a dagirker êriş bir ser gundên Şêrawa û Til Temirê. -
Êzîdiyên Efrînê li dijî destwedana PDK'ê ya li ser Şengalê meşiyan
Êzîdiyên Efrînê ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk li herêma Şehbayê ne, li dijî hewldanên destwerdanê yên PDK'ê yên li ser Şengalê meşiyan. -
Aldar Xelîl: Dagirkeriya dewleta Tirk nabe ku dewam bike
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl bal kişand ser girîngiya bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk û destnîşan kir ku karên siyasî, rêxistin û leşkerî divê hemû ji bo vê yekê bêne kirin. -
'Parastina Şengalê parastina Rojava ye'
Fermandarên YPJ'ê nerazîbûn nîşanî hewldana PDK'ê ya destwerdana li Şengalê dan û gotin, "Parastina Şengalê parastina Rojava ye. Ji bo Rojava stratejîk e, ji bo me jî pîroz e." -
Ciwanên Helebê Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin
Bi sedan ciwanên li Helebê li hev kom bûn bi meşeke meşaleyî pêngava yekem a komploya netewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, bi meşekê protesto kirin. -
Li konê li Sêmalka hatî vedan, ji malbatên şehîdan sersaxî hate xwestin
Di çalakiya kon a li Deriyê Sînor ê Sêmalka bi daxwaza girtina cenazeyê gerîlayên ji aliyê PDK’ê ve hatibûn şehîdkirin, bigirin hatibû vedan, sersaxî li malbata Tolhildan Raman û Serdem Cûdî dan. -
Malbatên Şehîdan êrîşa li ser gerîla û xiyanet protesto kirin
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê, êrîşên li ser gerîla û hevkariya PDK’ê protesto kirin. -
Rêxistinên Civaka Sivîl ên Qamişlo: PDK divê bes xizmetê ji dijmin re bike
22 rêxistinên civaka sivîl li Qamişlo hatin cem hev, êrîşên PDK'ê yên li ser gerîla û Şengalê şermezar kirin û gotin, ''PDK divê bes tiştên wiha bike ku xizmetê dide dijmin.'' -
PYD'ê nerazîbûn nîşanî PDK'ê da ku şirîkatiya sûcên dewleta Tirk dike
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) nerazîbûn nîşanî PDK'ê da ku hevkariyê bi dewleta Tirk re dike û êrişî hêzên gerîla dike, her wiha hewl dide dest li Şengalê werde. -
Dewleta Tirk li wesayita hêzên Şamê xist: 4 kes birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker li ser rêya bejahî ya M4 bombe li hêzên hikumeta Şamê barand. -
Li Girê Spî dagirkeran 3 sivîl revandin
Li Girê Spî ya di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de ye, 3 sivîl ji bajarokê Elî Baceliyê revandin. -
Dewleta Tirk li Girê Spî li sivîlan reşand: 3 kes birîndar bûn
Li Girê Spî çeteyên dewleta Tirk li sivîlan reşandin û 3 sivîl birîndar kirin. -
'Çawa çavên xwe vedikirin, dixwestin biçin Kobanê'
Şervana YPJ’ê Dilovan Kobanê qala kêliyên dermankirina şervanan li nexweşxaneya Rihayê kir û got: "Kêliya ku çavê xwe vedikirin, dixwastin biçin Kobanê." -
Artêşa Tirk a dagirker gundên Ayndeqnê û Merenazê bomberdûman kir
Dewleta Tirk gundê Ayndeqnê yê Şehbayê û gundê Merenaz ê Şerayê bomberdûman kir. -
Bombeyên qedexekirî avêtin Eyn Îsayê
Dewleta Tirk a dagirker careke dî bombeyên mîsketê avête Eyn Îsayê. -
Hesen Koçer: PDK bi çi rûyî diçe Şengalê?
Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer hewldana hêzên çekdar ên PDK'ê yên ji bo ketina nava Şengalê weke provokasyona dewleta Tirk a bi destê PDK'ê pênase kir.