Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina îxaneta PDK’ê û bi daxwaza radestkirina cenazeyên şehîdan konê çalakiyê li deriyê sînor ê Sêmalkayê veda. Bi hezaran şênî tevlî çalakiyê bûn û sersaxiya malbatên her du şehîdan kir.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Dêrikê, Rêveberiya Xweser û Kongreya Star axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de êrîşa çekdarên PDK’ê yên li dijî gerîlayên HPG’ê hatin şermezarkirin. Axaftvanan got, pêdiviya vê qonaxê bi yekitiya Kurd li hember êrîşên li dijî çar parçeyên Kurdisatnê heye.
Her wiha axaftvanan destnîşan kir ku PDK’ê bi rêya beşdariya wê di êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî çiyayên Kurdistanê de dijminatiya xwe ji Tevgera Rizgariya Kurdistanê re nîşan da û îxaneta li mafên gelê Kurd ên li çar parçeyan eşkere dike.
Axêveran got, wê çalakiya konvedanê heta radestkirina cenazeyên berdewam bike.
Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnameya her du şehîdan ji hêla Meclîsa Malbatên Girkê Legê ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Malbatên şehîdan destnîşan kir ku ew ê li ser şopa şehîdên xwe heta pêkanîna armancên wan bimeşin û îxaneta PDK’ê ya hedefgirtina HPG’ê şermezar kir.
Şêniyên Girê Legê wê sibe nobedê dewir bigirin.