Dagirkeran Til Temir û Şehba bomberdûman kirin
Dewleta Tirk a dagirker gundên Til Temir û Şehbayê careke din bomberdûman kirin.
Dewleta Tirk a dagirker gundên Til Temir û Şehbayê careke din bomberdûman kirin.
Li gorî agahiyên hatine stendin dewleta Tirk saet di 10.30’an de gundê Til Şenan ê li rojhilatê Til Temirê bomberdûman kiriye.
Dewleta Tirk di destê sibehê de jî bi topan li gundê Şehbayê da. Di êrişê de Semûqa, Til Medîq, Mişerfe û bendava Şehbayê bû hedef.
Derbarê her du êrişên li herêmê agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.