Dewleta Tirk li Girê Spî li sivîlan reşand: 3 kes birîndar bûn

Li Girê Spî çeteyên dewleta Tirk li sivîlan reşandin û 3 sivîl birîndar kirin.

Li gorî çavkaniyek ji Girê Spî, çeteyekî ji koma 'Ketîbeya El Nuxbe' ya ser bi dewleta Tirk a dagirker, li ber firnekê tevlîhevî derxist.

Çavkaniyê ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, ragihand ku çete li sivîlên li ber firnê reşand û di encamê de 3 sivîl birîndar kir.

Navê sivîlên birîndar bûne nehate zanîn.

Dewleta Tirk a dagirker her wiha li gorî dema herêmê saet di 12:30'î de ji baregeha leşkerî ya li gundê Cilbirê bi hawan û doçka êriş bir ser gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê.