'Çawa çavên xwe vedikirin, dixwestin biçin Kobanê'
Şervana YPJ’ê Dilovan Kobanê qala kêliyên dermankirina şervanan li nexweşxaneya Rihayê kir û got: "Kêliya ku çavê xwe vedikirin, dixwastin biçin Kobanê."
Şervana YPJ’ê Dilovan Kobanê qala kêliyên dermankirina şervanan li nexweşxaneya Rihayê kir û got: "Kêliya ku çavê xwe vedikirin, dixwastin biçin Kobanê."
Şervana YPJ’ê ,Dilovan Kobanê bi xwe ji Kobanê ye. Di dema berxwedana dîrokî ya Kobanê de li Reqayê bû û hingî koçî Bakur kir. Şahîdiya berxwedana şervanên birîndar dike û qala wê demê dike: "Bajarê Kobanê ji aliyê çandî ve xwedî dîrokeke kevnar e. Bi taybetî jî Rêber Apo li vê derê maye û heman demê bajarê ku bi berxwedana xwe hatiye nasîn. Dewleta Tirk bi rêka DAÎŞ’ê êrişên hovanê li ser bajarê Kobanê pêk anî. Li hemberî wê, şervanên YPJ-YPG soza ku ji bo Rêber Apo, şehîdan û gelê xwe dabûn heta dawî berxwedaneke dîrokî bi cih anîn û bi ser ketin. Di wê demê de min dixwast tevlî wê berxwedanê bibim, lê ji ber ku min rê nedît û her ku çû şer giran bû, em ji Reqa koçberî Bakur bûn. Wê demê êrişên pir dijwar li ser bajarê Kobanê hebû, şervanên YPJ û YPG’ê bi berxwedaneke mezin li hemberî van êrişan şer dikirin û birîndar dibûn. Birîndar û gazî pir bûn, li Rojava dermankirina wan zehmet bû. Ji ber wê jî birîndar û gaziyên şerê Kobanê derbasî Bakur dibûn. Ez jî wê demê li Bakur bûm. Hingî min şahidiya berxwedana şervanên gazî û birîndar kir û min hewl da li Bakur ji bo di demên dermankirina wan de li gel wan bim."
'DERMANKIRINA ŞERVANAN EŞKERE DIHATE KIRIN'
Destiladariya Erdogan li Bakurê Kurdistanê bi navê darizandina Kobanê tirs û xofa ku di dema şerê Kobanê de dijiya heta roja îro jî didomîne. Lê bele wê demê derbasbûyîna şervanên birîndar û gazî tiştek veşartî nîn bû, agahiya dewleta Tirk hebû ku şervan derbasî nexweşxanêya Riha yê dibûn.
Şervana YPJ’ê Dilovan Kobanê kêliyên ku şahidiya berxwedana şervanan kiribû wiha bi lêv kir: "Şervanên ku li hemberî hovitiya çeteyan şer kirin û birîndar bûn derbasî Bakur bûn û li vir hatin dermankirin. Lê belê di wê demê jî xeteriyek ji bo şervanan hebû, ew jî hevkariya dewleta Tirk ya çeteyan re bû. Mînak li keleka cihên ku şervanên YPJ-YPG lê diman çete jî dihatin dermankirin. Şervanan ev yek dîditin û dixwastin zû baş bin da ku cardin bizivirin çeperên xwe. Şervanan çawa çavê xwe vedikirin derbasî Kobanê dibûn. Digotin 'pêwîste em biçin Kobanê rizgar bikin. Me soz daye gelê xwe emê Kobanê rizgar bikin'. Min wê demê berxwedana wan şervanan meraq kir. Min ji xwe re ev hêz û baweriya militanên Rêber Apo ye. Di wê demê min jî biryar da ku ez tevlî bibûm û ez jî heqîqeta birdoziya Rêber Apo nas bikim."
'HEQÎQET BÎRDOZIYA RÊBER APO YE'
Dilovan Kobanê dema hêz û îradeya şervanan dibîne ew bi xwe jî ji şervanên azadiyê hêz digre û tevlî refên YPJ dibe. Kobanê wiha qala tevlîbûyîna xwe ye nava refên YPJ’ê dike: "Piştî ez bi xwe jî tevlî bûm min fêm kir ku ew kesên ku milîtanên Rêber Apo ne weke xwedî heqîqeteke mezinin. Ew heqîqet bîrdoziya Rêbertî ye. Felsefa Rêbertî di nav xwe de girtine ku ji ber wê îrade wan pir xurt e. Heta dawî li ber xwe didin, tu carî soza xwe paşde venagerinîn. Bi qasî ku çavê xwe vedikirin tevî birîndariya xwe derbasî Kobanê dibûn."
Bijîşkên ku berxwedana birîndar û gaziyên YPJ-YPG’ê didîtin wiha behsa qehremantiya şervanan dikir; "Bijîşkên ku hevalên birîndar tedawî dikirin dikirin ew bi xwe jî digotin. 'Her tê gotin ku Rêber Apo weke kesekî mucîzewî ye lê belê milîtanên Rêber Apo jî bi vî rengîne'. Mirovên ku mêjî ling û dest nîn be nikarin bijîn, lê belê milîtanên Rêber Apo bi îrade, sekn û berxwedaneke bêhempa xwe li ser linga digirin û dijîn. Bijîşkên ku wan hevalan dîditîn, pir bandor dibûn. Mînak hinek ji wan digiriyan digotin, 'Gelo ev mirovana melaîketin, piştî ewqas birîndariya giran çawa dikarin bijîn."
'HEMAN ÇETE GIRÊ SIPÎ, SERÊKANIYÊ Û EFRÎNÊ DAGIR KIRIN'
Şervanan YPJ’ê Dilovan Kobanê di dawiya axaftina xwe balkişand li ser hevkariya dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê û wiha got: "Wê demê meha Cotmehê desthilatdar Erdogan wisa ji xwe bawer digot 'Kobanê ha ket û ha dikeve'. Lê belê beramberî wê şervanên YPG-YPJ’ê li ber xwe dan û heta dawiyê şer kirin. Şervanên azadiyê xwedî li soza xwe derketin û bi berxwedaneke dîrokî Kobanê rizgar kirin. Her çiqas şehadet çêbûn jî soza xwe ya ji hevrêyên xwe yên şehîd re pêkanîn û serketin jî bidestxistin.
Ez wê demê tevlî nebûbûm, sivîl bûm. Em bi xwe jî dibûn şahid ku çawa çete li bajarê Rihayê di bin navê olê de mirov perwerde dikirin da ku ji bo rê bikin Kobanê. Wê demê pir kes bi fikre DAÎŞ derbasî Kobanê dibûn, lê belê dema berxwedana YPJ-YPG dîtin ji wan bandor dibûn, ji hatina xwe ya Kobanê pişman dibûn û paşde vedigeriyan. Digotin 'Ewana ne terorîst in, mirovên azadîxwaz in. Serokê wan dîl hatiye girtin û welatê wan bindeste ji bo wê şer didin meşandin. Em çima bi wan re şer dikin'. Poşmantiya xwe dianîn li ser ziman. Lê belê dîsa jî heta roja me îro jî kesên ku li dû Erdogan tevdigerin hene weke çeteyên bi destê Erdogan axa Girê spî, Serêkaniyê û Efrîn dagir kirine û îro li ser wê axê qatlîaman dikin."