Li Girê Spî dagirkeran 3 sivîl revandin
Li Girê Spî ya di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de ye, 3 sivîl ji bajarokê Elî Baceliyê revandin.
Li Girê Spî ya di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de ye, 3 sivîl ji bajarokê Elî Baceliyê revandin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê danê nîvro bi panzêran bajarokê Elî Baceliyê yê Girê Spî dorpêçê kir û avêtin ser 3 malan.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hate girtin, artêşa Tirk û çeteyên wê ji bajarokê Elî BAceliyê 2 jin û mêrek revandin.
Navê kesên hatine revandin wiha ne: Zelxe El-Hisên a ji eşîra El-Ehwes, Fatme El-Geûd a ji eşîra Cês û Tehsîn Mihemed Elî (Ebû Elî El-Secawî) ji eşîra Cês.
Çavkaniyan anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê jinên revandî veguhastin ‘Şaxê têkoşîna li dijî terorê’ hatî navkirin ya li kantona Girê Spî ya dagirkirî.