Cenazeyê şehîd Nayif El-Hisên veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Nayif El-Hisên li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi tevlîbûna sedan şêniyên Qamişlo bi merasîmekê veşartin.

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Nayif El-Hisênê dema li ser erka xwe bû 6’ê Cotmehê şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi tevlîbûna sedan şêniyên Qamişlo bi merasîmekê hate veşartin.

Merasîma bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdulezîz Mihemed axivî û wiha got: "Bi saya şehîdan gel azadiya xwe bi dest dixe.  Şehdî pêşengên me ne."

Xwişka gerîla Nesrîn Temir (Tolhildan Raman) a di kemîna çekdarên PDK’ê de li Xelîfanê şehîd bûbû Evîn Temir axivî û diyar kir ku dema hêzên hegemonîk Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di komploya 1999’an de dîl girt, xwişka wê Tolhildan rêya azadiyê hilbijart û tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bû.

Evîn Temir got: "Em bi şehadeta xwişka xwe serbilind in. Ew ne şehîda yekemîn a malbatê ye û ne jî ya dawiyê ye. Em ê rêça wan heta serkeftina armancên wan bişopînin."

Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiya merasîmê de cenzayê şehîd Nayif El-Hisên li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.