Aldar Xelîl: Dagirkeriya dewleta Tirk nabe ku dewam bike

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl bal kişand ser girîngiya bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk û destnîşan kir ku karên siyasî, rêxistin û leşkerî divê hemû ji bo vê yekê bêne kirin.

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl anî ziman ku pêkhateyên Sûriyeyê hemû bi jinûve avakirina Sûriyeyê berpirsyar in û got, "Divê em mafên xwe û yên her kesî qebûl bikin."

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl bersiv da pirsên ANF'ê.

Piştî komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bi 21 salan, dewleta Tirk 9'ê Cotmeha 2019'an êriş bir ser Serêkaniyê û Girê Spî. Heman hêzên ku di komploya navbera salên 1998-1999'an de cih girtin, careke din ketin dewrê û êriş birin ser îradeya azadiyê ya Kurdan. Hûn pêvajoya ji komployê heta êrişên dagirkeriyê çawa dinirxînin?

Dema di sala 1998'an de dema bêbextiya navneteweyî li dijî Rêber Apo dest pê kir wê demê jî dewleta Tirk, artêşa xwe amade kir, anî ser sînorê Sûriyeyê. Dihate zanîn û dîtin jî ku gelek hêzên navneteweyî di nava vê lîstokê de ne û dixwazin bi vê yekê re pêvajoyeke nû li Rojhilata Navîn bidin destpêkirin. Li Rojhilata Navîn jî bi rastî ji wê çaxê û vir ve êdî pêvajoyeke nû dest pê kir. Ji xwe di destpêka sala 1999'an de ev bêbextî gihîşt asta dîlgirtina Rêber Apo. Her wiha piştî salên 2000'î li Rojhilata Navîn pêvajoyên nû dest pê kirin. Di van pêvajoyan de li herêmê tiştek weke berê nema. Heta niha jî ew bi esasî dewam dike. Yanî ew pêvajoyeke demdirêj bû û mijareke ku asta wê, sînorê dewletekê yan jî pêkhateyekê derbas dike. Lê belê dema destpê kir, yek ji hêzên sereke yê ku jê sûd werbigire û ji bo wê xebitî û aktîf bû di nava vê bêbextiyê de; dewleta Tirk bû. Dewleta Tirk ji wê demê û vir ve her tim hewldanên xwe 2 tişt bûn. Yek; çawa Tevgera Azadiyê û Rêber Apo bêbandor bikin. Dudu; di nava vê pêvajoya nû de çawa karibe sûdê jê werbigire, ji bo berjewendiyên berdewamkirina hebûna xwe bi şêwazekî nû li herêmê bi pêş bixe. Ev yek ji xwe niha diyar bû. Piştî ku di encama wê de pir guhertin çêbû, niha dewleta Tirk ne tenê li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê yan jî Bakurê Sûriyeyê bi giştî di nava hewldanên dagirkeriyê de ye. Ji xwe hinek herêm Cerablûs, Ezaz, Bab destpêkê dagir kirin û paşê bi rêya komên opozîsyonê mudaxaleya xwe ya li hundirê Sûriyeyê kûr kir. Heta demekê gihîştibû astekê ku derdora Şamê jî dorpêç kiribû. Heleb jî xistibû destê xwe. Lê dema dît kelemek li pêşiya wê derdikeve, ew jî çi ye? Tevgera Demokratîk û ya Azadiyê ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî çalak dixebitî, xwest ji bo ku plana xwe bi dawî bike êrişî wê jî kir. Nîşaneya wê jî ji xwe li Efrînê dest pê kir, her wiha li Girê Spî û Serêkaniyê hîn bêhtir zelal eşkere bû. Lê belê ne tenê li vir. Yanî dewleta Tirk xwest vê pêvajoyê bi aliyê xwe ve bikişîne. Mînak, dest li Lîbyayê werda, dest li Tûnisê werda, dest li Sûdanê, Misrê werda. Dest li Yemenê werda. Di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de şer derxist û dest li Ermenistanê werda. Herî dawî niha jî dest li Başûrê Kurdistanê werdide. Hemleyeke dagirkeriyê li Başûr dide meşandin. Demekê li ser Şengalê dikir, bi rêya hin çeteyên xwe. Paşê li hin herêmên derdora Şengalê û niha jî li çiyayên Kurdistanê derdora Duhokê, li herêmên din ên ku gerîla tê de ne li van herêman tevan dixwaze hemleya xwe ya dagirkeriyê bigihîne asteke hîn pêştir. Û sûdê ji vê yekê werdigire. Yanî Rêber Apo êsîr hatiye girtin û tevgera azadiyê di binê êrişê de ye. Ji bo vê jî dixwaze bi hincetên curbecur Bakurê Sûriyeyê jî û Başûrê Kurdistanê jî di encama vê bêbextiyê de bi dest bixe û dagirkeriya xwe misoger bike.

Ji bo bidawîkirina dagirkeriya li Sûriyeyê bi taybetî jî ya li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê çi tê kirin û wê hîn çi bê kirin?

Dagirkeriya li Sûriyeyê divê bi giştî bi dawî bibe. Em li dijî her cûreyên dagirkeriyê ne. Li parçeyên din ên Kurdistanê jî heta li welatên din jî. Çênabe dewletek wexta hêza wê hebe bê û welatekî din dagir bike. Lê dewleta Tirk ne tenê dagirkeriyeke leşkerî û siyasî pêk tîne. Dewleta Tirk herêmên ku dagir dike, guhertinên demografîk lê dike, miletên herêmê ji wan herêman derdixe, miletên din tîne li wan herêman bi cih dike. Heta asta miletan jî derbas dike, komên çete li ku hebin, wan tînin van herêman. Yanî nasnameya herêman dide guhertin, xwezaya wê dide guhertin. Yanî şêwazekî dagirkeriyê ku di dîroka mirovahiyê de weke wê nehatiye dîtin. Bêguman her kes, bi taybet dema em behsa Sûriyeyê bikin her kesê ku dixwaze yekîtiya Sûriyeyê biparêze, serweriya Sûriyeyê biparêze, ev gel bi rengekî azad bijî her kes li dijî vê dagirkeriyê disekine. Ev dagirkerî nayê qebûlkirin. Bi taybetî dema tu bê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, hêzên heyî yên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, hem yên parastinê hem yên siyasî, her kes û gelên wê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî dagirkeriyê ne û nepêkane ku vê dagirkeriyê qebûl bikin û bêdeng bimînin. Ji xwe niha xebat û çalakiyên cûrbecûr li dijî vê dagirkeriyê pêk tên. Lê belê têkoşîn û armanc ev e; dagirkerî ji vê xakê derkeve. Di serî de ji Efrînê, paşê Girê Spî û Serêkaniyê her wiha Cerablûs, Ezaz û Bab jî divê dagirkeriya Tirk ji xaka me derkeve. Û divê ji Başûrê Kurdistanê jî derkeve. Yanî dewleta Tirk li kîjan deverê dagirkerî kiribe divê ji wir derkeve û hemû têkoşîna dîplomasî, siyasî, civakî, rêxistinî, leşkerî wê ji bo vê be. Û ji bo vê tê xebitandin.

Rêveberiya Şamê çima li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk nikare helwestê nîşan bide? Dema ku hûn pêvajoya ji sala 1998'an û ya niha bînin ber hev, gelo di rejîmê de guhertineke çawa heye?

Rejîma Sûriyeyê bi taybetî di dema Beşar Esed de Sûriye bûye xwedî rejîmeke lawaz. Weke dewlet jî ne dewleteke ku tam li ser xwe ye. Di nava aloziyên gelekî mezin de ye, bandora biryara vê rejîmê û hewldanên wê ji bo parastina serweriya Sûriyeyê pir lawaz in. Ev rewşeke girêdayî rewşa hundirê Sûriyeyê ye. Rewşa ku rejîm tê de ye, parçebûna li nava Sûriyeyê, aloziya li Sûriyeyê heta radeyekê dide diyarkirin ku rejîma Sûriyeyê êdî ne bi îradeya xwe ye. Gihîştiye astekê ku nema dikare êdî herêmên Sûriyeyê hebûna xwe nîşan bide. Pêwîstiya wê jî bi guhertinekê heye. Pêwîste destûra Sûriyeyê were guhertin, pêwîste nêzîkatiya rejîmê ya li pêkhateyan bê guhertin, pergala demokratîk li Sûriyeyê pêk were, Sûriye bibe Sûriyeya hemû pêkhateyan. Ji ber ku rejîm van tiştan nake alozî hene. Şoreşek li dijî vê rabû, milet li dijî vê rabû. Niha di rewşeke welê de ye ku ji aliyê aborî ve şikestiye, ji aliyê siyasî ve bêprestîj maye, bêbandor maye. Ji aliyê pergala rêveberiyê de nikare hemû devera Sûriyeyê bi rê ve bibe. Ev jî dihêle ku li hemberî hêzên derve her tim di rewşeke lawaz de be. Bi taybetî li hemberî dewleta Tirk. Ew gihîştiye asteke welê nema dikare li hemberî dewleta Tirk helwestekê deyne. Ew helwestekê deyne, dewleta Tirk bi rêya Idlibê zextê lê dike. Bi rêya van komên bi navê muxalefetê zextê lê dike. Heta wê tehdît dike bi derdora Şamê, Xuta û deverên din, Heleb, Hûms, Deraa û deverên din. Yanî dewleta Tirk ne tenê dagirkeriyê dike. Êdî rejîma Sûriyeyê bêbandor kiriye. Gihiştiye astekê ku dema rejîma Sûriyeyê tiştekî bêje, dewleta Tirk lê guhdar nake û wê cidî jî nagire. Ji ber ku lawaz ketiye nema dikare helwesteke cidî li hemberî vê dagirkeriyê bide diyarkirin. Tevî ku di civînên fermî de yên Neteweyên Yekbûyî, deverên pêwendîdar re carna bi navê hikumeta Sûriyeyê hin daxuyanî derketin, daxwaz dikin ku dagirkerî derkeve. Lê dibêje bila dagirkerî derkeve, ew bi xwe li nava Sûriyeyê ne serwer e, bi xwe lawaz e. Ji bo wê rejîm niha di rewşeke lawaz de ye.

Lihevkirina Edeneyê ya 20'ê Cotmeha 1998'an di navbera rejîma Sûriye û dewleta Tirk de hate kirin, bandora wê çi ye?

Weke ku tê zanîn di sala 1998'an de Peymana Edeneyê hate îmzekirin. Di Peymana Edeneyê de mafê dide dewleta Tirk ku kengî bixwaze di bin hinceta şopandin û êrişa li ser kesên dewleta Tirk bi nav dike weke 'terorê', lê esas şoreşgerên Kurd in. Dewleta Tirk ev yek bi rejîma Sûriyeyê dabû îmzekirin. Bala xwe bidinê, dewleta Tirk li hemû deverê dibêje rejîma Sûriyeyê ne rewa ye û ev rejîma Sûriyeyê divê nemîne, ev rejîma Sûriyeyê êdî weke dewleta Sûriyeyê jî ne weke berê ye. Lê belê dema mijar dibe Peymana Edeneyê dibêje, ma ne vaye rejîm heye, vaye dewlet heye û peymana min bi vê rejîmê re heye. Yanî tenê di mijara Peymana Edeneyê de dewleta Tirk rejîmê qebûl dike. Di mijarên din de rejîmê qebûl nake. Wekî din ji xwe kiryarên Erdogan tê naskirin. Yanî hêzeke wisa xwe kiriye bandor li nava dewleta Tirk de ku bi navê Tirkiyeyê, bi navê dewletê êdî ew bi xwe ji bo hem tehdîtkirina cîranan, hem ji bo xerakirina aramiya welatên cîranan di nava tevgerê de ye. Vî tiştî bê sekin dewam dike.

Destwerdana Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê bi qasî Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê jî dibe sedema pirsgirêkan. Di vê mijarê de hûn bangekê li raya giştî ya Tirkiyeyê û hêzên li Sûriyeyê dikin?

Ez dixwazim ji gelên Tirkiyeyê re û hemû saziyên pêwendîdar, bi taybetî yên mafên mirovan, azadîxwaz û demokrasîxwaz ên li Tirkiyeyê re bêjim ku destwerdana Erdogan li nava Sûriyeyê ne ji bo berjerwendiya Tirkiyeyê ye. Berevajî wê, Tirkiye dikeve nava pirsgirêkan ku bi sedê salan nikare jê rizgar bibe. Ev yek bandorê li aborî, siyaseta Tirkiyeyê dike, dihêle ku pêkhateyên van herêman ji Ereb, Kurd û her kes li hemberî dewleta Tirk bibin xwedî helwest, wê qebûl nekin. Dewleta Tirk bila wisa nefikire, weke ku Erdogan tê van herêman ji bo wan dagir dike, weke ku wê ji bo berjewendiya wan be. Ne wisa ye. Berevajî vê ev yek Tirkiyeyê dixe nava rewşên hîn aloztir, bi taybetî di salên pêşiya me de wê encamên wê yên neyînî li ser Tirkiyeyê diyar bibe.

Ji bo gelên Sûriyeyê jî; pêwîstiya Sûriyeyê bi pergaleke demokratîk heye. Pêwîstiya wê bi nivîsandina destûreke nû heye. Em tev weke pêkhateyên gelên nava Sûriyeyê erkdar in ku Sûriyeya xwe ji nû ve ava bikin. Bila mafên Kurdan jî hebe, bila mafên Suryanî û Asûriyan jî hebe, bila mafên Durziyan jî hebe, bila mafên Sûniyan û Elewiyan hebe. Hemû kesên li Sûriyeyê xwedî wî mafî bin ku xwe îfade bikin û bi rengekî azad bijîn. Eger em wisa bikin em ê Sûriyeyeke nû û demokratîk ava bikin. Eger em li ser pirsgirêkên berê yên rejîmê bimînin, wê demê wê yekîtiya gelên Sûriyeyê jî parçe bibe. Ev parçekirin jî nakeve berjewendiya gelên Sûriyeyê. Dikeve berjewendiya rejîmên desthilatdar. Gelên Sûriyeyê tev erkdar in ku em bi hev re vê yekîtiya xwe çêbikin û bi pêş bixin. Hevdu qebûl bikin, mafên her kesî di nava xwe de qebûl bikin û bi hev re Sûriyeyeke yekgirtî û demokratîk damezrîne û biparêzin û xwedî lê derkevin.