Ciwanên Reqayê bang kir ku li dijî xiyanetê serî rakin

Tevgea Ciwanên Şoreşger a Sûriye û Yekîtiya Jinên Ciwan êrîşên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdisatanê şermezar kirin û piştevaniya xwe ya ji bo Şengalê nîşandan.

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan îro li ber Meclîsa Ciwanan a li bajarê Reqayê bi dirûşmeya 'Şengal ji êşa qirkirinê ber bi serkeftina îradeyê ve' daxuyaniyek da.

Ji rêveberên Meclîsa Ciwanên Reqayê Buşra El-Naêf daxuyanî xwend. Daxuyanî wiha ye:

"Em wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan, êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Avaşîn, Metîna, Zap û Mem Reşo bi tundî şermezar dikin.

Em her wiha îxaneta PDK'ê di kuştin û koçberkirina gelên Kurdistanê de û alîkarîdayîna dagirkirina Şengalê ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve şermezar dikin.

Îro PDK'ê dîsa îxanetê li Şengalê û gelê wê dike û şerê saziyên wê dike, bi vî awayî li her derê ji bo xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker şerê projeya Rêveberiya Xweser dike. PDK'ê her wiha nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhad Hesen nêzî 4 mehan revandibû.

Em Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan em piştgiriyê didin berxwedana gelê Şengalê ku soz daye bi hemû hêza xwe parastina Şengalê bikin. Em soz didin ku em ê li dijî van êrişan li kêleka wan bin û gelê Şengalê û axa wê biparêzin.

Em bang li ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û ciwanên Reqayê bi taybet dikin ku li dijî komployên ku gelên azadîxwaz hedef digirin, serî hildin.”