Bombeyên qedexekirî avêtin Eyn Îsayê

Dewleta Tirk a dagirker careke dî bombeyên mîsketê avête Eyn Îsayê.

Li gorî agahiyên berdest dewleta Tirk a dagirker saet li derdora 09:30'an Loqentaya Seqirê, kampa Eyn Îsa, Rêya M4'ê û gundên Xalidiyê û Mielekê ku 1 km dûrî li rojavayê bajêr e, bombe kiriye. Hate diyarkirin di êrîşê de mîsketên qedexekirî hatine bikaranîn. Derheqê êrîşê agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.

15'ê Îlonê jî derdora Eyn îsa bi bombeyên mîsketê hatibû bombekirin, di êrîşê de du sivîl birîndar bûbûn.

Dewleta Tirk hema hema her roj êrîşên ku dikevin ber sûcê şer, tîne. Hema hema her roj jîgeh têne bombekirin.